Futbolîstê navdar Maradona koça dawî kir

25-11-2020
RÛDAW
Nîşan Diego Armando Maradona Arjantîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Diego Armando Maradano, efsaneyê futbolê yê Arjantînî di 60 saliya xwe de bi celteya dil koça dawî kir. Nûçeya koça dawî ya Maradona ji aliyê parêzerê wî ve hat piştrastkirin.

Futbolîstê navdar Diego Armando Maradona ku 30ê Cotmeha 1960an ji dayîk bûbû, berî niha ji ber xwînberbûna mejî bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin û piştî 2 hefte, roja 11ê vê mehê ji nexweşxaneyê hatibû derxistin.

Lê Diego Armando Maradona îro, 25.11.2020, li mala xwe ya li bajarê Tîgre bi celteya dil koça dawî kir.

Maradona sala 1996an bi aşkere ragihandibû ku ew madeyên hişber bikar tîne û tim jî dê bikar bîne. Sala 2000an jî Maradona ji ber kêşana maddeyên hişber tûşî dosa zêde (overdose) bûbû û sala 2004an jî celteya dil lê dabû.

Maradona ku salek piştî wê jî neçar ma neştergerî bike, 2007an careke din tendirustiya wî têk çû û bo nexweşxaneyê hat veguhastin. Maradona ji sala 2004an ve alkolê bikar tîne û ji ber wê yekê jî rexne lê dihat girtin.ş

Li gor hinek çavkaniyan sala 2017an Maradona ji rojnamevanan re ragihand, wî 13 sal in dest ji madeyên hişber berdaye.

Maradona sala 1986an li gel tîma netewî ya Arjantînê karî Kupaya Cîhanî bi dest bixe. Maradona di tîmên Boca Juniors, Napolî û Barcelona de cih girtibû û li ser asta sîhanê hejmareke zêde ya alîgiran hebû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst