Di futbola jinan de transfera herî biha: 1,1 milyon dolar

24-01-2025
Nîşan Naomi Girma Futbola Jinan Transfer Chelsea
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Jinan a Futbolê ya Chelseayê, Naomi Girma ji tîma San Diego Waveyê bi 1,1 milyon dolarî kirî.

Ev biha di dîroka futbola jinan de rekora nû ye.

Li gorî nûçeya rojnameya Guardianê ya Brîtanyayê, Chelseayê bi bonservîsa herî biha ya dîroka futbola jinan futbolîsta Amerîkî Naomi Girma ji San Diego Waveyê kirî.

Chelsea dê ji bo kirîna Girmayê 1,1 milyon dolarî bide.

Ev bonservîs dê di dîroka futbola jinan de bibe bonservîsa herî zêde.

Naomi Girma 24 salî ye di pozîsyona stoperê (parastin) de dilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst