Hollanda Senegal bi 2-0 têk bir

21-11-2022
RÛDAW
Nîşan Kûpaya Cîhanî Hollanda Senegal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Kûpaya Cîhanî ya 2022an de ku li Qeterê tê lidarxistin, Hollandayê di pêşbirka xwe ya yekem de Senegal 2-0 têk bir.

Di pêşbirka li Stadyûma Al Thumama de ku 41 hezar û 721 temaşevan hebûn, Senegal li hember Hollandayê 2-0 têk çû.

Golên Hollandayê di xuleka 84an da Cody Mathes Gakpo, di xuleka 90+9an da Davy Klaassen avêtin.

Tîmên neteweyî yên futbolê yên her du welatan heta niha tu carî ti carî nehatin hemberî hev. Ev cara yekemîn e ku hatin hemberî hev.

Di Koma Ayê de ku Senegal û Hollanda jî di nav de ne, Ekvador di pêşbirka destpêka Kûpaya Cîhanî ya 2022an de Qeterê 2-0 têk biribû.

Di dawiya maçên ewil ên Koma Ayê da Ekvador bi 3 pûanan û bi averajê di rêza yekem de cih girt. Hollanda bi heman puanê bû duyemîn, Senegal bê puan bû 3yemîn û Qatar jî di rêza 4emîn de ma.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst