Amedspor piştî 5 hefteyan bi ser ket

20-12-2023
RÛDAW
Nîşan Amedspor Somaspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê li stadyûma xwe Somaspor 3-2 têk bir û bi vê yekê piştî 5 hefteyan bi ser ket.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de ye, li Stadyûma Diyarbakirê bi Somasporê re lîst.

Di xuleka 22yan de lîstikvanê Amedsporê Velî Çetîn tîma xwe 1-0 xist pêş.

Di xuleka 41emîn de lîstikvanê Somasporê Ridvan Donmez li ser navê tîma xwe gola wekheviyê avêt û skor bû 1-1.

Futbolîstê Amedsporê Berk Îsmaîl Unsal di xuleka 42yemîm de golek avêt qela xwe û lîstik bû 1-2.

Amedspora ku di nîva duyem de lîstikeke bihêztir lîst, di xuleka 85an Tamer Gumuş gola wekheviyê avêt bû skor bû 2-2.

Di xuleka 89emîn de forvetê Amedsporê gola sêyem a Amedsporê avêt û Amedspor 3-2 ket pêş.

Lîstik 3-2 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.

Amedsporê bi serkeftina xwe ya dawî pûana xwe derxist 36an û di rêza duyem de ma.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst