Batman Petrolspor bû şampiyon

18-04-2022
RÛDAW
Nîşan Batman Petrolspor Şampiyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Batman Petrolspor hevrikê xwe Hendeksporê bi 2-1 têk bir û 3 hefte beriya bidawîbûna lîgê bû şampiyon û derket Lîga 2yemîn.

Batman Petrolspora ku di Lîga 3yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê da cih digire, li hemberî tîma Sakaryayê Hendeksporê bi 2-1 golan bi ser ket û 3 hefte beriya bidawîbûna lîgê bû şampiyon.

Batman Petrolspor li ber çavên nêzîkî 15 hezar temaşevanên xwe li hemberî tîma Hendeksporê di xuleka 9emîn a pêşbirkê de 1-0 paşve ket.

Di xuleka 28emîn de Petrolspor bi Aykut Çîft gola wekheviyê avêt û skor bû 1-1. Petrolspor di nîva duyemîn bi lez û bez dest bi pêşbirkê kir û di xuleka 51emîn da penaltiyek bidest xist lê Aykut Çift sûdê penaltiyê wernegirt.

Di xuleka 69emîn de Akin Akman gola duyem a Batman Petrolsporê avêt û bi vê yekê Petrolspor 2-1 ket pêşiya Hendeksporê.

Pêşbirk bi 2-1 serkeftina Batman Petrolsporê bidawî bû û bi vê skorê 3 hefte beriya bidawîbûna lîgê bû şampiyon û derket Lîga 2yemîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst