Pişkên Lîga Şampiyonan ên çaryeka fînalê hatin kişandin

17-03-2023
RÛDAW
Nîşan Lîga Şampiyonan Çaryeka Fînalê Pişk kişandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Nyon ê Swîsreyê pişkên fînala çaryekê ya Lîga Şampiyonan hatin kişandin û tîmên ku bên hemberî hev diyar bûn.

Li Navenda Giştî ya UEFAyê ya li Nyona Swîsreyê di merasîma pişk kişandinê de tîmên ku di çaryeka fînalê ya Lîga Şampiyonan de bên hemberî hev aşkere bûn.

Encamên pişk kişandinê wiha ne:

-Real Madrid (Îspanya)- Chelsea (Înglîstan)

-Benfica (Portekîz) - Inter (îtalya)

-Manchester City (Înglistan)- Bayern Munih (Almanya)

-Milan (Îtalya) - Napoli (Îtalya)

Pêşbirkên ewil ên çaryeka fînalê dê di 11-12ê Nîsanê de, yên rovanşê jî dê di 18-19ê Nîsanê de bên lîstin. Herwiha dê pêşbirkên nîv fînalê jî dê di  9-10 û 16-17 Gulanê de bên lîstin.

Fînal, dê di 10 Hezîranê de li Stadyuma Olimpiyatê ya Ataturk a Stenbolê bê lîstin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst