Amedsporê bi 4-0 Isparta 32 Sporê têk bir û bû yekemîn

15-01-2023
RÛDAW
Nîşan Amedspor Amed Isparta 32 Spor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê li stadyûma xwe Tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn.

Amedspor a ku di Lîga 2yemîn a Koma Spî ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de dilîze, îro 15ê Çileya 2023ê di 19emîn hefteya lîgê de li mala xwe bi tîma Isparta 32 Sporê hat beramber hev.

Bi hezaran alîgirên Amedsporê li stadyuma Amedê amade bûn û piştgirî dan tîma xwe.

Di xûleka 23yan a lîstikê de lîstikvanê Amedsporê Mehmet Gurkan Ozturk gola yekem avêt û Amedspor li hemberî Isparta 32 Sporê 1-0 ket pêşiyê.

Herwia di xûleka 45+1ê de jî lîstikvanên Amedsporê Mehmet Aladdinoglu gola duduyan avêt û Amedspor li hember Isparta 32 Sporê 2-0 bi pêş ket.

Nîveya yekem a lîstikê bi encama 2-0 di berjewendiya Amedsporê de bi dawî hat.

Di nîveya duyem a lîstikê de jî tîma Amedsporê baştir lîst û du golên din tomar kirin.

Di xûleka 62yan de Mansur Çalan gol avêt û di xûleka 89an de Omer Bozan bi penaltiyê golek din ji tîma Amedsporê re qeyd kir û skor kirin 4-0 û lîstik bi vê skorê bidawî bû.

Bi vê serkeftinê puanên Amedsporê bûn 37 û di lîgê de bû yekemîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst