Ronaldo jina xwedî pêwistiyên taybet maç kiribû: Îranê cezayê 99 qemçiyan lê birî

14-10-2023
RÛDAW
Nîşan Ronaldo Îran Fatemeh Hamamî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Îranê cezayê 99 qemçiyan li Futbolîstê navdar ê cîhanê Cristiano Ronaldo hat birin.

Futbolîstê Portekîzî Cristiano Ronaldo li Îranê çûbû serdana nîgarkêşa xwedî pêwîstiyên taybet Fatemehê.

Cristiano Ronaldo jina astengdar a ku heyrana wî ye himbêz kir û maç kiribû.

Dîmenên Ronaldo û Fatemah Hemamî yên ku di medyaya civakî de gelekî hat in ecibandin, Îranê wekî sûc dît.

Cristiano Ronaldo dema ji bo pêşbirka Lîga Şampiyonan a Asyayê (AFC) çû Îranê rastî eleqeyeke mezin hatibû û wê demê bi heyrana xwe ya nîgarkêş Fatemeh Hamamî ya xwedî pêwîstiyên taybet re jî hevdîtin kiribû.

Ronaldo jina xwedî pêwîstiyên taybet xwe hembez kir

Fatemeh wêneyên xêz kiriye wekî diyarî da futbolîstê Portekîzî.

Ronaldo jî formaya xwe ya îmzekirî wekî diyarî da Fatemehê ew hembêz kir.

Gelek parêzerên Îranî ji ber Fatemeh maç kiriye û hembêz kiriye giliyê Ronaldo kir.

Li gorî qanûnên Îranê, destdayîna bi jineke nezewiciyî re zina ye. Ji ber vê sedemê jî cezayê 99 qemçiyan li Ronaldo hat birîn. 

Poşman nebe dê were desteserkirin

Ronaldo eger poşmaniya xwe bîne ziman û soza bide ku dê careke din wiha neke dê wereefûkirin.

Ango tê gotin ku eger Ronaldoi ji bo lîstikeke din neçar bimîne here Îranê dê were desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst