Atletico Madrîd biserket lê Real Madrîd derbasî fînalê bû

11-05-2017
Rûdaw
Nîşan tletico Madrîdê Real Madrîd UEFA
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Di pêşbirka nîvefînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê ya ku du tîmên îspanyol hatin pêşberî hev de Atletico Madrîdê, Real Madrîd  2-1 bir. Vê skorê têra Atletico Madrîdê nekir û ji ber skora pêşbirka ewil Real Madrîd derkert fînalê.


Pêşbirk li stada Vîcente Calderonê hat leyîstin.


Atletico Madrîdê di xuleka 12emîn de bi gola Saul Nîguez ket pêşiyê. Piştî vê golê di xuleka 16aemîn de bi gola Antoîne Grîezmann skor kir 2-0.


Di nîva duyemîn a pêşbirkê de Real Madrîdê di xuleka 42emîn de bi gola Îsco skor kir 2-1.


Pêşbirk bi vê skorê xilas bû Real Madrîd derket fînalê û bû reqîbê Juventusê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst