Werzişvanê Kurdê Kazakistanê bû Şampiyonê Asyayê

08-05-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Werzişvanê Kurdê Kazakistanê bû Şampiyonê Asyayê
Werzişvanê Kurdê Kazakistanê bû Şampiyonê Asyayê
A+ A-

Qazakistanê (Rûdaw) - Di Şampiyoniya Asyayê Guleşa Destê (Armwrestling) de, ku li Dubayê hat lidarxistin, ciwanê Kurd  cara 7-an bû Şampiyon.

Şampiyoniya Asyayê Guleşa Destê (Armwrestling) ji 29ê Nîsanê heta 4ê Gulanê li paytexta Îmaretê Dubayê hat lidarxistin.

Di Şampiyonîyê de Ji 19 welatan werzişvan beşdar bûn.

Li gorî encamên pêşbirkê, werzişvanê Kurd ê ji Kazakistanê Ebdulmanaf Tuzuev hem di Guleşa Destê Rast û hem jî ya Destê Çep de bo cara 7an di giraniya heta 85 kg de bû Şampiyonê Asyayê. 

Ebdulmanaf Tuzuev 3 caran bûye Şampyonê Cîhanî jî.

Ebdulmanaf Tuzuev li herêma Almataya Kazakistanê  ji dayik bûye, 24 salî ye.

Ebdulmenaf ji temenekî biçûk de bi Guleşa Destê re mijûl dibe û di asta herêm û navneteweyî de xwediyê çend sernav û destkeftan e:

- 3 caran Şampiyonê Cîhanê (2019, 2021, 2022)

- 7 caran Şampiyonê Asyayê: (her sal ji 2017 heta 2023)

- 7 caran Şampiyonê Komara Kazakistanê (her sal ji 2017 heta 2023)

- 2 caran Şampiyonê Kûpaya Vekirî ya Asyayê ( 2017 û 2021)

- 7 caran Şampiyonê bajarê Almatayê (her sal ji2017 heta 2023)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst