PSG bi encama 3-2 ji Bayernê bir

08-04-2021
RÛDAW
Nîşan Paris Saint German Bayern Munich
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di çarçoveya çarêk fînala Şampiyona UEFA de, tîma Paris Saint German li yarîgeha Bayern Munichê bi 3 golan li hember 2 golan li vê tîmê bir û tîma Porto jî di mala xwe li hember Chelsea 2-0 winda kir.

Di yekemîn lîstika çarêka fînalê ya Lîga Şapmiyonên Ewropayê (UEFA) de, şeva bihorî herdu tîmên Bayern Munich a Almanî û Paris Saint German a Fransî li yarîzgeha Alianz Arena ya Bayernê hatin bermaberî hev.

Di vê lîstikê de, Bayernê bi encama 3-2 li hember tîma Paris Saint German şikest xwar.

Gola yekem a lîstikê û PSG di xûleka 3 de ji aliyê Kylian Mbappe ve hat tomarkirin. Piştre di xûleka 28an de Marcos Correa gola duyem a bo tîma PSG misoger kir û tîma xwe bi 2-0 pêşxist.

Her di nîveya yekem a lîstikê de û di xûleka 37an de Maxim Choupo Moting gola yekem a Bayernê lêxist û encamp bi 2-1 guherand.

Di nîveya duyem a lîstikê de, tîma Bayernê êrişên xwe zêde kirin û di xûleka 60an de gola duyem û wekhev bo Bayernê tomar kir.

Lê tenê heşt xûlekan piştî gola duyem a Bayernê, Kylian Mbappe gola sêyem jibo PSG lêda û bû sedema serkeftina tîma xwe.

Kylian Mbappe yê 22 salî di vê şampiyonê de heya niha 8 gol tomar kirine.

Porto li hember Chelsea dorand

Her şeva bihorî tîma Porto ya Portugalê li hember tîma Chelsea ya Ingilîzî bi encama 2-0 rastî şikestinê hat.

Golên Chelsea di xûlekê 32 û 85ê lîstikê de û ji aliyê Mason Mount û Ben Chilwell ve hatin tomarkirin.

Lîstikên vegerê yên wan herdu lîstikan dê 13ê Nîsanê bên lidarxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst