Ronaldo bersiv da îdiayên ku bi tîma Erebistana Siûdî re li hev kiriye

07-12-2022
RÛDAW
Nîşan Cristiano Ronaldo Kûpaya Cîhanî Erebistana Siûdî Al Nasr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cristiano Ronaldoyê ku bi Manchester Unitedê re girêbesta xwe hilweşandibû, îdiayên ku bi tîma El Nasr a Erebistana Siûdî re li hev kiriye red kir.

Portekîz di qonaxa dawî ya 16an a Kûpaya Cîhanî de Swîsreyê 6-1 têk bir û derbasî çaryeka fînalê bû. Piştî pêşbirkê Cristiano Ronaldo bersiv da îdiayên ku bi tîma Al Nassr a Erebistana Siûdî re li hev kiriye.

Ronaldo li ser pirsa ku bi tîma Erebistan Siûdî re li hev kiriye wiha bersiv da “Na ev ne rast e.”

Rojnameya Marca ya Îspanyayê îdia kir ku Ronaldo bi beramberî 500 milyon Euroyî bi tîma Al-Nassr a Erebistana Siûdî re girêbesteke 2.5 salî îmze kiriye.

Ronaldoyê ku niha bi ti tîmekê rê girêbesta wî tine û di statuya serbest de ye, ne diyar e bi kîjan tîmê re li hev bike.

Piştî ku ji Manchester Unitedê veqetiya axavtineke wiha kiribû:

“Ji bo meydan xwestineke nû dema rast e. Ez ji Manchester United pir hez dikim û ew dê tu carî neguhere. Piştî danûstandinên me yên bi Manchester Unitedê re, me li hev kir ku girêbestê betal bikin. Ji Manchester United re di pêşerojê de tiştên herî baş dixwazim.”

Portekîz û Swîsre di qonaxa 16an de hatin hemeberî hev. Rahênerê Portekîzê Fernando Santos di destpêka pêşbirkê de cih neda Ronaldo ku di nav 11ên ewil de bilîze.

Ronaldoyê 37 salî yê ku di pêşbirka li hember Swîsreyê yedeg ma de, ji sala 2008an vir ve di hemû 31 pêşbirkên Kûpaya Cîhanî û Şampiyonaya Ewropayê de di nav 11an de dest pê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst