Hollanda û Arjantîn derketin çaryeka fînalê

04-12-2022
RÛDAW
Nîşan Kûpaya Cîhanî Arjantîn Awustralya Hollanda Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêşbirka qonaxa dawîn a 16an a Kûpaya Cîhanî ya 2022an de Hollanda bi 3-1 ji Amerîkayê bir. Li aliyê din Arjantîn jî Awustralyayê 2-1 têk bir. Bi van encaman Hollanda û Arjantîn derketin çaryeka fînalê.

Hollanda û Amerîka di qonaxa 16an de li Stadyuma Navdewletî ya Xelîfe hatin hemberî hev.

Hollanda hevrikê xwe 3-1 têk bir û bû tîma yekem ku derket çaryeka fînalê.

Golên Hollandayê di xuleka 10an de ji aliyê Memphis Depay, di 45+1an de Daley Blind, û di 81an Denzel Dumfries ve hatin avêtin.

Yekane gola Amerîkayê di xuleka 76an de Haji Wright tomar kir.

Arjantîn Awustralya 2-1 têk bir

Di pêşbirka qonaxa 16an a Kûpaya Cîhanî de Arjantîn Awustralya 2-1 têk bir û derket çaryeka fînalê.

Arjantîn ku yek ji tîmên favorî yên Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2022an e li Stadyûma Ehmed Bîn Elî hat hemberî Awustralyayê.

Di nîveka yekem de Arjantîn di xuleka 35an de bi gola Lionel Messi 1-0 ket pêşiya Awustralyayê.

Di xuleka 57emîn a pêşbirkê de Arjantîn bi gola Julian Alvarez va ferqê derxist 2yan

Awustralya di xuleka 77an de bi gola Craig Goodwin ferqê daxist yekê.

Di encama lîstikê de Arjantîn bi 2-1 ji Awustralyayê bû û derket çaryeka fînalê, tîma sûrprîz Awustralya jî xatir ji kûpaya cîhanî xwest.

Li gorî vê encamê Arjantîn û Hollanda dê di çaryeka fînalê de bên hemerî hev.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst