Mbappe biryara xwe da

04-02-2024
RÛDAW
Nîşan Kylian Mbappe PSG Real Madrid
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin lîstikvanê navdar ê cîhanê Kylian Mbappe biryar daye ku di dawiya sezonê de ji Paris Saint-Germain veqete û tevlî Real Madridê bibe.

Li gorî îdiayan Kylian Mbappe biryarek li ser paşeroja xwe daye û xuya ye ku lîstikvanê Fransî dê di sezona pêş de here Real Madridê.

Rojnameya ESPNyê ya Spanyayê û rojnameya Le Parisien a Fransayê îdia dikin ku Mbappe di dawiyê de biryara xwe daye ku êdî tevlî Real Madrîdê bibe.

Herwiha her du rojname îdia dikin ji bo ku Mbappe bi Real Madridê re girêbest îmze bike teklîfa salane 72 milyon Euro ya ji aliyê PSGyê ve red kiriye.

Ev çend sal in tîma Spanî Real Madrid bi dil û can li pey Kylian Mbappe ye wî tevlî tîma xwe bike.

Girêbesta Mbappe ya bi PSGyê re kete sala dawî û girêbesta xwe nû nekir.

Ji ber ku Mbappe girêbseta xwe nû nekir û xwestibû ji PSGyê veqete, PSGyê ew şandibû tîma yedek û bi tîma yedek re rahênan dikir.

Piştî ku ev hewldana PSGyê bi ser neket, di destpêka sezonê kete kadroya tîma sereke.

Li gorî rojnamegerê Fransî Julien Laurens ve rojnameya ESPNyê, dê di sezoan pêş de Mbappe formayê Real Madridê li xwe bike û gotegotên transferê yên di derbarê wî de jî bi dawî hatine.

Rojnameya ESPNyê di meha Kanûna Paşîna 2024an de îdia kiribu ku Real Madridê girêbestek pêşkêşî Mbappe kiriyê û di hefteya pêş de jî dê Mbappe biryara xwe eşkere bike.

Efsaneyên Real Madridê Zinedine Zidane û Cristiano Ronaldo ji Kylian Mbappe re bûbûn wekî îdol û wî jî her tim xwestiye ku di Real Madridê de bilîze.

Mbappe îsal di 19 maçan de 20 gol avêtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst