Kupaya Super a Spanyayê: Real Madridê Barça parçe kir

15-01-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Real Madrid Barcelona Kupaya Super a Spanyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di maça fînala Kupaya Super a Spanyayê de Real Madridê Barcelona 4 -1 têk bir û bi xwediyê kupayê.

Her du tîmên sereke yên Spanyayê Real Madrid û Barcelona doh êvarê li Stadyuma Al Awwal Parkê ya li Riyada paytexta Erebistana Siûdiyê hatin pêşberî hev.

Nîveke yekem a pêşbirkê bi 3-1 bi serkeftina Real Madridê bi dawî bû.

Di nîveka yekem de golên Real Madridê di xulekên 7, 10 û 39an de ji aliyê Vinicius Junior ve hatin avêtin.

Herwiha tekane gola Barcelonayê di xuleka 33yan de ji aliyê Robert Lewandowski ve hat avêtin.

Di nîveka duyem a lîstikê lîstikvanê Real Madridê gola 4em a tîma xwe avêt.

Di dema mayî de gol nehatin avêtin û Real Madrid bi encama 4-1ê bû xwediyê Kupaya Super a Spanyayê.

Real Madridê bi vê serketina xwe 13emîn Kupaya Super a Spanyayê bidest xist.

Bercelonayê jî heta niha 14 caran Kupaya Super a Spanyayê bi dest xistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst