Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Helebê, rahênerê karate Wesîm Sitût dibistaneke karate ji zarokên astengdar re vekiriye, ku ji ber şerê navxwe yê Sûriyê û bombeyan lingên xwe jidest dane, herwiha ev zarokên astengdar têkelî zarokên asayî kirine, daku wan vegerîne jiyana asayî.
Wesîm Sitût, rahênerê karate, dibêje, “Ji destpêka şoreşê ve em koçber bûn, em ji navçeya xwe li Helebê koçberî navçeyeke din bûn ku ji destê rejîmê û mîlîsên Îranî rizgar bibû. Me digot hêzên rejîmê, lê tişta em dibînin ku grûpên Şîî yên Îranî û Libnanî navçe kontrol kirine. Jiber ku ez rahênerê karate me, min dest bi dîtina zarokên astengdar kir. Lewra me dest bi amadekirina dibistanekê li Helebê kir daku zarokên astengdar lixwe vehewîne. Me li nav vê dibistanê rahênana karate tevlî alîkariya derûnî jî kir, herwiha me zarokên astengdar û yên asayî tevlî hevdû kirin, tevî ku hinekan ev nerîna me red kirin, ku dê bandore li herdû aliyan bike. Bi rastî zarokên asayî jiber şer zêde tund bûne.”
Wê dibistanê bi zêdetirî 100 zarokan destpê kir, lê jiber şerê qutqutkî û grûpên Îranî li navçeyê ev hejmar zêde kêm bûye.
Li nav vê dibistana karate zarokên astengdar ji Helebê, Şamê û Himsê hene. Piştîvaniya darayî tenê salekê bo vê dibistan ji aliyê hikûmeta demkî ya opozisyonê û aliyên peywendîdar hatiye, li gor rêvebera vê dibistanê grûpên Îranî û Hizbullaha Libnanî dibin asteng lipêş karê wan.
Nûr El-Huda, Rêvebra Dibistana El-Cesed El-Dehebî, diyar dike, “Projeyekî min bo zarokên astengdar li Helebê hebû, lê hêzên Îranî û Hizbullah em neçar kirin koçber bibin, em ji Helebê çûn gundekî, li gund me du salan bê alîkarî kar kir. Piştîvaniya darayî bo salekê ji me re hat. Piştre Hizbullah û mîlîsên Îranî êrîşî navçeyê kirin, em reviyan Efrînê, piştre em vegeriyan, lê nêzîkbûna me ji çeperê rûbirûbûnê ligel hêzên rejîma Sûrî kir ku alîkarî li ser me qut bibe. Bi baweriya min tevlîkirina van zarokan ligl zarokên asayî bandoreke xwe ya nerênî hebû, lê jiber koçberbûna berdewam tişta ku fêrî bûne hinekî jibîr dikin.))
Li gor UNICEFê di 9 salên şerê navxwe yê Sûriyê de 2 milyon û 500 hezar zarokên Sûrî li derveyî welatê xwe bûne penaber.Lê Komisyona Koçberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve dibêje ji tevahiya 8 milyon koçber û penaberên Sûrî piranî zarokin.
UNICEF her dide zanîn ku jiber şerê navxwe yê Sûriyê 1 ji 3ê zarokên Sûrî ji xwendinê û xizmetguzriyên tendirustî bêpar bû ye.
Tora Sûrî ya Mafên Mirov bi belge dibêje di şerê navxwe yê Sûriyê de nêzîka 30 hezar zarokên Sûrî canê xwe jidest dane, hevdem 4 hezar û 816 zarokên Sûrî girtîne an nebedî ne.
UNICEF herwiha di raporteke xwe de tekez dike, ku li Sûriyê jiber şerê navxwe 1,5 milyon û 500 hezar kes bûne astengdar ji wan 86 hezaran lingên xwe jidest dane , ku piraniya wan jî zarokin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse