BERLÎN - Konferansa Mezopotamyayê ya Bijîşkên Kurd dest pê kir

29-09-2023
Zinar Şîno
Yek ji beşdarên konferansê Dr. Bawercan Şatlo
Yek ji beşdarên konferansê Dr. Bawercan Şatlo
Nîşan Konferansa Mezopotamyayê Bijîşkên Kurd
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) - Konferansa Mezopotamyayê li bajarê Berlînê yê Almanyayê bi beşdariya hejmareke zêde ya bijîşkên Kurd ên ji Ewropa, Amerîka û Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Yek ji beşdarên konferansê Dr. Bawercan Şatlo ji Rûdawê re got:

“Her sal, di zanistiya bijîşkiyê de pêşketinên nû çêdibin û zanistên nû derdikevin holê.

Em dixwazin lêkolîn û zanista nû pêşkêşî bijîşkên Kurd bikin.”

Her kesê bi Kurdî diaxive û Kurd e dikare beşdar bibe

Dr. Bawercan Şatlo li ser konferansê anî ziman:

“Çend mamosteyên zanîngehan ji Kurdistan û Ewropayê beşdarî vê konferansê dibin. Ew dê li ser zanistên nû gotûbêjan bikin.

Di rojên konferansê de bijîşkên Kurd dê ji wê yekê agahdar bin ku di zanista bijîşkiyê de çi tiştên nû hene.”

Bawercan Şatlo diyar kir ku bijîşkên ku dê beşdarî konferansê bibin dê ji her derê werin û her kesê ku bi Kurdî diaxive û Kurd e dikare beşdar bibe.

Bijîşkên Kurd ên Zanîngeha Dihokê jî beşdar in.

Şatlo li ser naveroka guftûgoyên Konferansa Mezopotamyayê jî got:

“Her pirsgirêkên nû yên di zanistiya bijîşkiyê de dê di vê konferansê de werin nirxandin.

Wek mînak, teknolojiya nû çawa dikare bibe alîkar ku neştergeriyeke dijwar a ku berê nedihate kirin lê niha bi robotan tê kirin?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst