Li Berlînê kongreya bijîşkên Kurd tê lidarxistin

30-09-2023
Bijîşkên Kurd li Berlînê di Kongreya Mezopotamyayê de li hev civiyan
Bijîşkên Kurd li Berlînê di Kongreya Mezopotamyayê de li hev civiyan
Nîşan Konferansa Bijîşkî ya Mezopotamyayê Almanya Berlîn Bijîşkên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bijîşkên Kurd li Berlînê di Konferansa Bijîşkî ya Mezopotamyayê de li hev civiyan.

Kongreya Bijîşkî ya Mezopotamyayê li paytexta Almanyayê bajarê Berlînê di roja xwe ya duyemîn de bi rê ve diçe

Di kongreyê de li ser tecrubeyên bijîşkan ên di warên coronavirus, jineolojî û psîkolojiyê de panel hatin lidarxistin.

Kongreya Bijîşkî ya Mezopotamyayê ku îsal cara 9emîn tê lidarxistin, bi beşdariya gelek bijîşkên ji Amerîka, Ewropa û Herêma Kurdistanê, duh dest pê kir.

Beşdarê kongreyên Prof. Der Bawercan Şatli got, “Di zanistiya bijîşkî de pêşkeftinên nû çêdibin û her sal zanyariyên nû derdikevin holê. Em dixwazin van lêkolîn û zanistên nû pêşkêşî bijîşkên Kurd bikin.”

Bawercan Şatlo diyar kir ku gelek profesor beşdarî kongreyê bûne û wiha pê de çû:

“Di vê kongreyê de her cure mijar û pirsgirêkên nû yên zanista bijîşkî tên gotûbêjkirin.

Mînak, em dê nîqaş bikin ka çawa emeliyatên zehmet ên ku berê nedihatin kirin lê niha bi teknolojiya nû ji aliyê robotan ve têne kirin.”

Di roja duyemîn a kongreyê de panelên têkildarî tecrubeyên bijîşkan ên di warên jineolojî û derûnnasiyê de hatin lidarxistin.

Mijarên nû yên zanista tibî, neştergeriya pêşketî û dermankirina nexweşiyên nû hatin nîqaşkirin.

Bijîşkên ku ji Dihokê beşdarî kongreyê bûbûn, behsa serpêhatiyên xwe yên di dema coronayê yên li kampa penaberan de kirin.

Jineologê ku ji Almanyayê beşdarî kongreyê bûye Dr. Fikret Yildiz herwiha got, îsal li gorî berê kêmtir bijêşkên Kurd beşdarî wê çalakiyê bûne.

Kurdê diranan Roslan Koklian ku ji paytexta Ûkraynayê Kîevê hatiye, bi bîr xist ku cara yekem e beşdarî organîzasyoneke wiha dibe.

Kongre dê sibe jî berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst