Nîşan û rêyên xweparastin ji koronayê çi ne?

25-03-2020
RÛDAW
Di van demên dawîn de  Covid-19 li dinyayê belav bû û dibe sedema mirina mirovan
Di van demên dawîn de Covid-19 li dinyayê belav bû û dibe sedema mirina mirovan
Nîşan Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) ya ku li bajarê Wuhan a Çînê derket holê li dinyayê belav dibe, hemû welat hewl didin rê li ber belavbûna wê bigrin.

Vîrusên koronayê wekî famîlyeya vîrusa ku di heywan û însanan de dibe sedeme nexweşiyan tê nasandin. Wisa tê zanîn ku vîrusa koronayê di merivan de dibe sedeme nexweşiyên wekî Sendroma Bêhnsitandinê ya Rojhilata Navîn (MERS) û Sendroma Bêhnsitandinê ya Akut a Zor (SARS). Di van demên dawîn de jî Covid-19 li dinyayê belav bû û dibe sedema mirina mirovan.

Covid-19 wekî vîrusa kornayê ya herî dawî ya dibe sedema mirina gel tê zanîn. Vîrusa koronayê ya cureya nû herî pêşiyê li eyaleta Wuhan a Çînê bi nîşaneyên agir, kuxik û behtengiyê derket holê û di 13ê Kanûna 2020 de hat danasîn.

Nîşanên vîrusê çi ne?

Nîşanên herî eşkere agir, kuxik û bêhalî ne. Di hin nexweşan da jî êş, xitimandina poz, xîtik, êşa qirik û gewriyê yan jî îshal tê dîtin.

Ji sedî 80 kesên bi vîrusê dikevin bêyî dermankirina baş dibin. Ji 6 kesan kesekê bi Covid-19ê ketiye zehf giran dibe û nikare bêhnê hilde. Ji sedî 20 nexweşan li nexweşxaneyan tên dermankirin. Nexweşî herî zêde di kesên ji 60 salî mezintir de bandorê dike.

Vîrus di nexweşên kal û pîr, tansiyonê, dil û diyabetê de bi piranî dibe sedema mirinê. Dibê piştgiriya tibî bidin kesên agirê wan hene, bi kuxikê ketine û nikarin bêhna xwe hildin.

Vîrus çawa belav dibe?

Nexweşî, dema kesê bi Covid-19ê ketiye bikuxe yan jî bêhna xwe bide ji devê wî dilopên zehf piçûk derdikevin û li derdorê belav dibin û nexweşî li kesên din digere. Dilop dema bi tiştên li dorberê digere û kesekî din jî tê destê xwe dide wê derê vîrus wî kesî jî digere.

Testa vîrusa koronayê ya cureyê nû digel kîta teşxîsê ya xwemalî ya derfet dide ku di nav 60-90 deqîqeyî da encamên berfireh bên bidestxistin bi kîta teşhîsê ya bilez a ku di 15 deqîqeyan da encam dide tê tesbîtkirin.

Gelo mirov dikare bi bergiriyên hêsan pêşî li belavbûna vîrusa koronayê bigire?

Ji bo ku pêşî li belavbûna vîrusa koronayê bê girtin divê rêbazê ji 14 madeyan pêk tê bi cî binin.

1- Destê xwe bi av û sabûnê herî kêm 20 saniye gelek caran bişon.

2- Dema hûn dikuxin yan jî dipişkin dev û pozê xwe bi destmalên ji bo carekê tên bikaranîn bigirin.

3- Destê xwe nedin çav, dev û pozê xwe.

4- Herî kêm 3-4 metre mesafeyê bixin navbera xwe û kesê ku pê re nîşaneyên sermagirtinê hene.  

5- Geştên xwe yên dervayî welêt betal bikin yan jî paş bixin.

6- Dema hûn ji dervayî welêt vedigerin 14 rojên ewil li mala xwe derbas bikin û kesî qebûl nekin.

7- Cihên ku hûn lê ne dem dem pencereya wê vekin û bila hewayê bistine.

8- Cihên wekî destkê deriyan, armatur, lavaboyan ên ku gelek tên bikaranîn heroj bi av û deterjanê paqij bikin.

9- Eşyayên şexsî yên wekî pêşgiran bi hev re bikarnehînin.

10- Cilên xwe di 60-90 pileyî de bi deterjana normal bişon.

11- Xwe temasa nêz a wekî hembêzkirin û destgirtinê dûr bigrin.

12- Avê zehf vexwin, bila haya we ji xwarin û vexwarian we hebe.

13- Eger bi we re semptomên sermagirtinê hebin bi îxtiyar û kesên nexweşiyênn wan ên kronîk hene re têkilî daneynin û heta maske nedin ber dev û pozê xwe dernekevin derve.  

14- Eger agirê we nakeve, bi we re kuxik hebe û bêhna we biçike maske bidin ber dev û pozê xwe û herin navendeke tendirustiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst