Agirî: Xelk ji bo çareseriya nexweşiyan berê xwe dide germavan

23-11-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Agirî Tenduristî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Germava navçeya Giyadînê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê bi hatina demsala zivistanê re bûye cihê wergirtina şîfayê.

Di nav ava germavê de hem avjeniyê dikin hem jî bo beşek ji nexweşiyên xwe yên çerm û romatîzmayê çareseriyê werdigirin.

Welatiyê bi navê Omer Sagdiç anî ziman:

“Ji bo min neştergeriya fitiqê hat kirin. Bijîşk ev der pêşniyar kir. Ji min re got, eger tu di germavê de egzersîzan bikî dê ji bo pişta te baştir be.

Ez jî li ser pêşniyara wî hatime vê derê. Ez salê carekê yan du caran têm vê germavê û gelekî xweş e.”

Germav 5 kîlometreyan dûrî navenda navçeya Giyadînê ye.

Li ser 48 kîlometre çargoşe li başûrê Çiyayê Tendûrekê diherike.

Ji bo pêşwazîkirina li welatî û geştyaran li derdora germavê çendîn tesîs, vîla û hewzên avjeniyê hatine çêkirin.

“Ji Ewropa û Îranê gelek geştyar tên”

Xwediyê tesîsa germavê Mehmet Ozden got:

“Me sala 2018an ev der ava kir. Dema me ev der ava kir, hizra me ya avakirina gundekî betlaneyê hebû. Niha jî hinek xaniyên me di proseya avahîsaziyê de ne ku ji 2 odeyan pêk tên.

Niha 8 vîlayên me hene ku xizmetê didin. Qatên wan ên jêr hewz in û qatên jor jî ji yekeyên niştecihbûnê yên 2 odeyî pêk tên.

8 hewzên me yên ji bo malbatan hene ku malbat dikarin bên û bi kar bînin. Herwiha hewzên me yên taybet ên jin û mêran jî hene.

Xelk bi giştî ji derve tê vê derê. Ji Ewropa û Îranê gelek geştyar tên. Piranî jî ji bo şîfayê tên û ji êşa piştê û romatîzmayê re çareseriyê dibînin.”

Li gorî pisporan germahiya vê germavê li hinek cihan digihêje 70 heta 100 pileyan ku ev yek jî ji bilî avjenî û çareseriya nexweşiyan ji bo germkirina yekeyên niştecihbûnê, serayên çandiniyê û berhemanîna elektrîkê gelekî guncav e.

Di van waran de wek pêdivî sûd jê nayê wergirtin û tenê beşeke kêm di germkirina xaniyan de tê bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst