Li Rojhilatê Kurdistanê pirsgirêka kêmiya bijîşkên pispor heye

23-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê kêmbûna bijîşkên pispor ji aliyê zanîngehên bijîşkan ve hatiye nîqaşkirin.

Zanîngeha pizîşkî ya parêzgeha Urmiyeyê ragihand ku li hemû bajarên parêzgehê kêşeya kêmbûna pizîşkên pispor hene û salane tenê 80 pizîşkên pispor ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ya Îranê ve ji parêzgeha Urmiyê re tên şandin ku hemû bajaran nagire nava xwe û ew neçarin kêmbûna pizîşkan bi yên di qonaxa ezmûnê de dagirin.

Di çend mehên borî de li parêzgehên din ên Rojhilatê Kurdistanê kêmbûna bijîşkên pispor ji aliyê zanîngehên bijîşkan ve hatiye nîqaşkirin.

Li gorî amarên zanîngehên bijîşkî, parêzgeha Loristanê 80 bijîşkên pispor, Kirmaşan bi 300 bijîşk û Sine jî 200 pisporan dixwaze.

Wezareta Tendirûstî ya Îranê dibêje kêmbûna bijîşkên pispor kêşeyeke giştî ye û nikare salane ji hejmara ku xelkê parêzgehê diyar dike bijîşkên pispor ji wan re peyda bike

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst