Îdia: Li Enqereyê 4 kes ji ber Sorika Meymûnan hatin karantînakirin

22-08-2024
RÛDAW
Nîşan Vîrusa Sorika Meymûnan Moneypox Enqere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gotegotek belav bû ku li Enqereya paytexta Tirkiyeyê 4 kes bi gumana Vîrusa Sorika Meymûnan (Moneypox)li Nexweşxaneya Etlikê ya Bajêr û Nexweşxaneya Bilkentê hatine karantînakirin.

Lê Rêveberiya Tenduristiyê ya Bajêr ew gotegot red kir.

Derbarê Vîrusa Sorika Meymûnan ku li Afrîkayê belav bûye, Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî hişyarî da û piştî hişyariyê li gelek welatan tedbîr hatin wergirtin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, li Nexweşxaneya Etlikê ya Bajêr ya Enqereyê kesek bi gumana wê nexweşiyê hatiye karantînakirin.

Di heman demê de 3ê kes jî bi heman gumanê di doh li Nexweşxaneya Bilkentê ya Bajêr hatine karantînakirin.

Lê Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Kemal Memişoglu gotibû ku ew nexweşî li welatê wan nîne.

Lê hinek kes bi gumana wê nexweşiyê serî li nexweşxaneyan didin û heta niha ew nexweşî bi awayî fermî nehatiye tomarkirin.

Her wiha Wezîrê Tenduristiyê gotiye wan tedbîrên pêwîst wergirtine û pêwîst nake xelk bitirse, eger nexweş çêbibin jî ev nayê wê wateyê ku dê wek şewbê belav bibe.

Rêveberiya Tenduristiyê ya Enqereyê îro ragihand ku li ti navendeke tenduristiyê ya li Enqereyê nexweşên Vîrusa Sorika Meymûnan nînin û kes nehatiye karantînakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst