Yekîtiya Dermanxaneyên Tirk: Berpirsê nebûna dermanan ne em in

21-12-2023
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Dermanxaneyên Tirk Dermanxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Dermanxaneyên Tirk Arman Uney ragihand ku derbarê bicihkirina biryara bihayê nû yê derman got, “Biryara bihayê dê ji bo dabînkirina dermanan pirsgirêk be.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî biryareke Serokkomarê Tirkiyeyê bihayê derman ji sedî 25 hat zêdekirin.

Roja 16ê Kanûna 2023an bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan nirxê euro ku di kirîna derman de tê bikaranîn hat nûjenkirin.

Ew biryar di Rojnameya Fermî de belav bû.

Bi vê biryara nû euro ku di kirîna dermanan de tê diyarkirin bi qasî ji sedî 25 biha bû û bû 17 lîre û 55 quriş.

Derman biha bûn

Di çarçoveya biryarê de li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derman bi qasî ji sedî 25 biha bû û ew biryar ji 25ê Kanûnê ve dikeve meriyetê.

Serokê Yekîtiya Dermanxaneyên Tirk Arman Uney derbarê biryarê got:

“Nirxê euro yê ku pê derman tê kirîn 16ê Kanûna 2023an di Rojnameya Fermî de hat belavkirin.

Ev biryar piştî 9 rojan dê 25ê Kanûnê bê bicihkirin û ev dê ji bo dermanxaneyên me û nexweşan bibe pirsgirêk.

Di demekê de ku nexweşên me dermanên nexweşiyên demsalî û nexweşiyên berdewam bi zehmetî peyda dikin, ji bo wan deqîqeyek jî girîng e û dermanxaneyên me ji bo çareserkirina pirsgirêka wan bê navber hewl didin. Lê pirsgirêk li holê ye.”

Arman Uney diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê ji roja destpêkê ve dest bi hewlan kirine û bi saziyên peywendîdar re hevdîtin kirine.

Bi gotina lê tevî vê yekê hewldanên wan bê encam mane.

Uney got: “Bila bê zanîn, berpirsê dermanên ku niha li bazarê nînin, ne hevpîşeyên me ne. Ji nebûna dermanan dermanxane ne berpirs in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst