Li Semsûrê dermanxaneyek bê beramber derman dide qurbaniyên erdhejê

21-02-2023
RÛDAW
Li Semsûrê dermanxaneyek bê beramber derman dide qurbaniyên erdhejê
Li Semsûrê dermanxaneyek bê beramber derman dide qurbaniyên erdhejê
Nîşan Erdheja Mereşê Derman Semsûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Semsûrê yek ji pirsgirêkên serekî nebûna dermanan bû. Ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê dermanxaneyek bê beramber dermanan dide qurbaniyên erdhejê. Piraniya wan dermanan ji aliyê dermanxane, xêrxwaz û saziyên xêrxwaziyê ve têne bexşandin.

Xelkê parêzgeha Semsûrê hewl didin birînên xwe yên erdheja 6ê vê mehê bipêçin. Derman jî yek pêdiviyên wan ên serekî ye bo dermankirina birînan. 

Hejmarek dermansaz ji parêzgehên Şirnex û Mêrdînê bi hewara xelkê wê parêzgeha Semsûrê ve çûne û weke xwebexş xizmeta wan dikin. Hemû cureyên derman û kelûpelên paqijiyê li cem wan peyda dibin.

Dermanxaneyekî demkî li bexçeyê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a wê parêzgehê bi armanc peydakirina dermanan hatiye vekirin.

Teknîkerê dermanxaneyê Muhammed Omer Yertug got: “Niha tîmeke me ya 10 kesî li vê derê amade ye û hewl didin alîkariya wan kesan bikin ku di erdhejê de birîndar bûne an zerer dîtine an jî pirsgirêkên wan ên tendirustî hene. Em hewil didin dermanên nexweşiyên kronîk û demkî û gelek dermanên medical ji wan re dabîn bikin.”

Hemû cor derman û kelûpelên paqijiyê li dermanxaneyê hene. Piraniya wan ji aliyê dermanxane, xêrxwaz û saziyên xêrxwazî ve hatine bexşandin. Qurbaniyên erdehejê rojane serdana wê dikin û bê beramber dermanên xwe werdigirin.

Dermansaza Xwebexş Teslime Kurt jî got: “Li vê derê bi pêşengiya odeya me ya dermansazan û Yekitiya Dermansazên Tirkiyê ji hemû dermanxaneyên li Tirkiyê alîkariya derman hat kirin. Me bi vî awayî li navçeyên erdhejê dermanaxaneyên demkî çêkirin. Bi qasî ku ji destê me tê em heil didin derman bê beramber bighînin xelkê.”

Li gor amaran di erdhejê de li Semsûrê zêdeyî 4 hezar 600 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha zêdeyî 17 hezar welatî jî birîndar bûne û li seranserê parêzgehê 7 dermanxaneyên din ên wek vê hewl didin birînên wan bi xwebexşî  derman bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst