Li Wan û Semsûrê bûyerên trafîkê: 2 mirî, 5 birîndar

20-08-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Qeza Semsûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan û Semsûrê di 2 bûyerên trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya di navbera Wan û Erdîşê de duh otomobîlek ji rê derket û qulibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs, cendirme û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Ji çar kesên ku di otomobîlê de bûn kesekî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

3 kesên din ên birîndar jî veguhestin nexweşxaneyê.

Birîndarekî tevî hemû hewldanan jî li Nexweşxaneya Yuzunci Yilê ya Wanê canê xwe ji dest da.

Li Kolikê 3 kes birîndar bûn

Herwiha li navçeya Kolikê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê jî otomobîleke rêwiyan û pîkabek li hev qelibîn.

Di encama lihevqelibîna otomobîlek û pîkabekê de 3 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîman bi ambulansan birîndar veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst