Li Qamişloyê nexweşxaneya penceşêrê hat vekirin

20-12-2023
RÛDAW
Nîşan Qamişlo Penceşêr Nexweşxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Heyva Sor a Kurdî, li nexweşxaneyeke bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê beşa çareseriya girêkên pîs û penceşêrê vekir.

Li wê nexweşxaneyê, sê beş hene, beşa girêkên pîs û penceşêrê ku duh hate vekirin, beşa şewatê û beşa nexweşiya Thalassemiayê.

Li gorî daxuyaniya Heyva Sor a Kurdî, pêşkêşkirina dermanê çareseriya tendurist ji bo tûşbûyên penceşêrê herwiha ezmûnên wan, dê bê beramber bin.

Hevdem ew dê pêwendiyê ligel rêxistinên navdewletî bikin, bi mebesta pêşkêşkirina alîkariyan ji bo tûşbûyên penceşêrê. 

Di paşerojê de jî herdu beşên din ên şewatê û Thalassemia dê bêne vekirin.

Li Rojavayê Kurdistanê nexweşiya penceşêrê zêde bûye

Ev yek di demekê de ye ku Li Rojavayê Kurdistanê di van demên dawiyê de rêjeya nexweşên penceşêrê zêde bûye.

Li seranserî Sûriyeyê ji sedî 60ê nexweşên penceşêrê jinên ji Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê ne.

Li gorî zanyariyên ku bi destê Rûdawê ketine, her ku diçe nexweşiya penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê bêhtir dibe.

Rêjeya vê nexweşiyê, li navçeyê ji sala 2014an ve ji sedî 3 heta ji sedî 4 zêde bûye û ji her 100 nexweşî, 7 kes ji wan nexweşên penceşêrê ne.

Ew nexweşî bi piranî li cem jinan di sîngê de û li cem zilaman jî pençeşêra prostatê ye. 

Li Rojavayê Kurdistanê salane bi 700–800 kesî re nexweşiya penceşêrê çêdibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst