Ducanî bû, ji zikê wê kîstekî mezin derket

19-02-2024
Nîşan Silêmanî Jin Ducanî Kîst
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Silêmaniyê, ji zikê jina ducanî kîstekî 30 santîmetreyî hat derxistin.

Jineologa Pispor Dr. Şano Elî têkildarî bûyerê ji Rûdawê re axivî.

Şano Eliyê  got ku dayika 18 salî ji ber nexweşiya xwe serî li nexweşxaneyê daye û got:

“Piştî xirabbûna rewşa dayikê, me ji bo sezaryenê ew rakir emeliyatxaneyê.

Dema emeliyatê, me di rehmê dayikê de kîstekî mezin dît.”

“Ne testek ne jî ultrason girtiye”

Şano Eliyê ragihand ku kîstê 30 santîmetreyî, beşeke mezin a zikê dayikê girtibû û wiha berdewam kir:

“Di pêvajoya ducaniyê de ne testek ne jî ultrason girtiye.”

Bijîşka pispor da zanîn ku faktorên wekî “nerêkûpêkiyên hormonal, kêmbûna hêkan, neasayîbûnên di rehm de û şêwaza nebirêkûpêk a jiyanê” rîska kîstên di rehm de zêde dikin.

“Herikîna ava qehweyî nîşaneyên kîstê hêkdanê ne”

Şano Elî li ser rêbazên baş ên kontrolê jî wiha axivî:

“Kontrola ewil, teşxîskirina kîstê hêkdanê û dermankirina zû rêbazên bibandor in.

Êşa binzik û herikîna ava qehweyî nîşaneyên kîstê hêkdanê ne.

Li gorî beş û mezinahiya kîstan rêbazên dermankirinê diguherin.”

“Divê hemû jin werzişê bikin”

Bijîşka pispor ji bo xweparastinê jî got:

“Divê hemû jin şiklê jiyaneke tendurist bişopînin. Divê werzişê bikin, xwarinên tendurist bixwin û ji bo xewa xwe jî guhdar bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst