LÊKOLÎN - Xew jî ji rûniştinê çêtir e, rabin ser xwe!

17-11-2023
Nîşan Xew Rûniştin Tenduristî Karên Ofîsê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîmeke lêkoleran a navneteweyî, li ser tevgerên ku bandorê li tenduristiya dil û demaran dikin lêkolîn kirin.

Li gorî lêkolînan, hema bêje hemû tevger û tiştên em dikin ji rûniştinê çêtir in.

Ev hişyarî bi taybetî ji bo kesên ku li ser maseyê dixebitin hişyariyeke girîng e.

Bêtevgerî rê li ber nexweşiyan vedike

Li gorî lêkolînên nû hatine kirin, em dikarin bêjin şêwazê xeweke baş ji rûniştin û temaşekirina filmekê çêtir û bisûdtir in.

Herwiha liv û tevgerên fîzikî ku sînordar bin jî dê di tenduristiya me ya dil de bibe sedema pêşkeftineke mezin.

Jo Blodgettê ku nivîskarê sereke yê lêkolînê yê û li Zanîngeha Collegeyê ya Londonê mamosteyê got:

“Li gorî encamên lêkolînên me, her çend guherînên biçûk ên di tevgerên me de bandoreke erênî li ser tenduristiya dil bikin jî bê guman ya herî baş liv û tevgera zêde ye.

Li gorî çavdêriyên me; li cihê rûniştinê, bez, meşa asayî û bi lez, hilkişîna derenceyan, ango çalakiyên laşî yên ku rêjeya lêdana dil xurt dikin, yek – du xulekan bin jî bandoreke baştir dikin li ser tenduristiyê.”

Nexweşiya dil û demaran di roja îro de bûye yek ji tirsa me ya mezin.

Tê texmînkirin ku her sal ji ber nexweşiyên dil û demaran, krîza dil, felc û nexweşiyên têkildar, nêzîkî 18 milyon mirov jiyana xwe ji dest didin.

Herçend hinek nexweşiyên dil hebin jî şêwaza jiyana me û faktorên xeternak ên wekî “bêtevgermayîn, kêmxwarinî, alkol û tûtin” karê dilê me zehmettir dikin.

Ji bo destpêka jiyaneke tendurist, pêwîst e em dev ji cixareyê berdin û vexwarina alkolê kêm bikin.

Mixabin gelek ji me di karên ofîsan de dixebitin. Li gorî vê roja me hemû bi rûniştinê derbas dibe.

Lêkoleran têkildarî tevgerên laş ên cuda bi 15 hezar beşdaran re 6 lêkolîn cuda pêk anîn.

Encamên derketine holê ji bo kesekî ne surprîz bûn.

Eger em tevê roja xwe bi rûniştinê derbas bikin, ev rûniştin gelek nexweşiyên wekî “nexweşiya şekir û nexweşiyên dil û demaran” bi xwe re tîne.

Ji bo jiyaneke baştir, eger hûn jineke 54 salî ku îndeksa girseya laşê wê 26,5 be her roj nîv saetê jî ser koltuxê xwe rakin û li ser lingan bisekinînin an jî bimeşînin, ev tevgera biçûk dê îndeksa girseya laşê wê we ji sedî 2,4 daxe.

Eger hûn nîv saetê bi lez bimeşin, dê navtenga we 2,5 santîmetreyan ziravtir bibe û dê HbA1c (nîşaneya nexweşiya şekir a cureyê duyem ê diyabetê)  jî ji sedî 3,6 kêm bibe.

Tevger li aliyê din, razan jî ji rûniştinê çêtir e

Li aliyê din, eger vebijêrkên we tenê “rûniştin û temaşekirina filmekê” ya din jî “razan” be, teqez razanê hilbijêrin, ji ber ku xeweke baş ji rûniştinê gelekî baştir e.

Li gorî lêkolînên berê û yên niha jî xeweke baş di kolesterolê de başbûnê çêdike.

Eger cîhana me bê kêmasî bûna, me dê karê xwe û civînên xwe betal bikira û me dê berê xwe bidana meşên dûvdirêj, avjenî û gerên li nav xwezayê.

Piştî vê jî me dê bi hêviya xeweke baş berê xwe bidana mala xwe.

Di cîhana tiji kil û kêmasî de ji bo jiyaneke tenduristtir û temenekî dirêjtir divê em hêdî hêdî xatir ji rûniştinê bixwazin û berê xwe bidin nav pêlên jiyaneke tiji liv û tevger.

Eger keftelefta jiyanê rê neda ku em tevgera xwe zêde bikin jî, êvarî lambeyên xwe piçekî zûtir vemirînin bikevin xeweke xweş çimkî lêkolîn nîşanî me dide ku “xew jî ji rûniştinê çêtir e.”

*Ev lêkolîn ji malpera Science Alertê hatiye wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst