Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji ber nebûna ava paqij û keresteyên tendirustî yên pêwîst her ku diçe ber bi zêdebûnê ve diçe.
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê gelek caran ava vexwarinê ji aliyê grûpên opozisyona Sûriyê yên nêzîkî Tirkiyê ve li ser xelkê hatiye birrîn û xelkê ava bîran û tankeran bikar dianî ku li gorî pizîşkan bûye sedema belavbûna kolerayê.
Rêveberê Tendirustiya Hesekê Îsa Xelef dibêje "Ji ber birrîna avê li ser Hesekê gelek zarok û mezin rastî zikçûnê dihatin û nexweşiya Kolerayê belav bû, heta niha 72 kes pê ketine, 4 kesan jî canê xwe ji dest dan."
Berpirsên tendirustiyê yên ser bi hikûmeta Sûriyê li Hesekê dibêjin derman, vaksîn û hemû pêdiviyên pizîşkî bi zehmetî bidest wan dikevin, ew jî ji ber dorpêça ku niha li ser hikûmeta Sûriyê heye.
Xelef got jî "Heftiya borî me bo dema heftiyekê kampîna vaksînkirina zarokan paş xist, ji ber dorpêça li ser Sûriyê û li ser kompaniyên derman ên Sûrî ji aliyê Amerîkayê ve."
Li gorî Wezareta Tendirustiya Sûriyê 11 hezar û 49 kes li seranserî Sûriyê bi kolerayê ketine ku li ser van parêzgehan belav dibin:
Li Helebê 692 kes
Dêra Zorê 199 kes
Hesekê 76 kes
Reqqayê 50 kes
Laziqiyê 48 kes
Sweydaa 24 kes
Şam 15 kes
Hema 14 kes
Himis 13 kes
Gundewarên Şamê 6 kes
Deraa 5 kes
Tertûs 5 kes
Quneytera 2 Kes
Her wiha 48 kesan jî ji ber kolerayê canê xwe ji dest dane.
Li gorî Rêxistina Tendirustiya Cîhanî WHO ji Îlona îsal ve li Sûriyê derdora 20 hezar kes bi kolerayê ketine, ji sedî 50ê wan di bin 5 salî de ne û 81 kesan jî canê xwe ji dest dan.
WHO 26ê meha borî ragihand hikûmeta Îtalyayê nîv milyonek dolar jibo rûbirûbûna Kolêrayê li Sûriyê şandiye bi ji bo nûjenkirina 5 taqîgehên Microbiology li Şam, Laziqiyê, Tertûs , Himis û Hema, ew parêzgehên ku di destê hikûmeta Sûriyê de ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse