Kes bawer nake ku 70 salî ye: Bûye rojev

04-03-2024
Nîşan Zou Heping Tenduristî Werziş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Zou Hepingê 70 salî rojên dawiyê di torên civakî de bûye rojev.

Zou Heping 70 salî ye lê wekî ciwanekî di bihara emirê xwe de xuya dike û kes bawer nake ku 70 salî ye.

Zou Hepingê ji Çînê bi bedena xwe ya tendurist û xweşik bala xelkê dikişîne.

Zou Heping her roj baz dide û ava wî tim pê re ye.

Karê wî saet 08:00an dest pê dike lê ew rahênanên xwe beriya ku here kar diqedîne.

Heping niha bi hêsanî hildikişe serê çiyayeyî ku bilindahiya wî 2 hezar û 200 metre ye.

Heping li ser raza tenduristiya xwe got:

“Rêya jiyaneke baş bazdan e. Ya girîng ew e ku hûn rahênanan bikin kondîsyona xwe biparêzin û şêweyekî baş ê jiyanê bişopînin.”

Werziş, xwarina tendurist û xeweke baş ji bo temenekî dirêj û jiyaneke tendurist gelekî girîng in.

Heping 45 sal berê di kovarekê nivîseke li ser sûdên werzişê xwendiye û wê demê dest bi bazdanê kiriye.

Heping herwiha da zanîn ku ew xwe ji eraq û çixareyê jî dûr dixe û ji ber vê jî tenduristiya wî gelekî baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst