Nû zewicîbûn, li hêviya zarokekî bûn lê şewata Soranê dawî li xeyalên wan anî

10-12-2023
Rence Cemal
Rence Cemal
Nû zewicîbûn, li hêviya zarokekî bûn lê şewata Soranê dawî li xeyalên wan anî
Nû zewicîbûn, li hêviya zarokekî bûn lê şewata Soranê dawî li xeyalên wan anî
Nîşan Şewata Soranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mistefa Îsmaîlê 30 salî û Sena Samiya 24 salî berî kêmtir ji sal û nîvekê zewicîbûn û li hêviyê bûn ku zarokekî wan bibe lê di şewata avahiya Soranê de canê xwe ji dest da.

Ew ji Balekayetî û Xelîfanê yên Îdareya Serbixwe ya Soranê bûn.

Şîna wan bi hev re hat danîn û xizmên wan dibêjin wan berî ku canê xwe ji dest bidin telefon kiriye.

Bavê Mistefa Îsmaîl, Îsmaîl Sadiq got:

“Ez li malê bûm Senayê telefon kir û got, agir bi apartmanê ket, werin. Dema em çûn ji ber hêza agir min nikarîbû derkevim qatê jor.

Gava ez gihîştim ber apartmanê jî telefon kirin. Piştî nîv saetekê jî sax bûn, ji pencereyê çirayê telefonê vêxistibûn, paşê ew jî nema.”

Mistefa Îsmaîl di beşa Erebî ya Koleja Ziman a Zanîngeha Soranê de xwendekarê masterê bû û Sena jî li dibistaneke heman bajarî mamosteya zimanê Kurdî bû.

Mistefa Îsmaîl pênc hefte ji xwendina xwe ya masterê ya li Zanîngeha Soranê qedandibûn, hefteya borî jî semînarek pêşkêşî mamosteyên serepereştyar kiribû.

“Xwedî exlaqekî bilind bû”

Îsmaîl Husênê hevpolê Mistefa Îsmaîl li ser wî got:

“Sala 2012yan em bi hev re ji bo lîsansê li zanîngehê hatin qebûlkirin û Mamoste Mistefa pileya sêyem bi dest xist, sala 2023yan dema ku master hat vekirin, em dîsa bi hev re hatin qebûlkirin.

Mamoste Mistefa ji wan kesan bû xwedî exlaqekî herî bilind bû, ji me hemûyan zêdetir bala xwe dida xwendinê.”

Di şewata Soranê de 14 kesan canê xwe ji dest da ku di nav wan de Mistefa û Sena jî hebûn.

Ew li bendê bûn ku zarokekî wan bibe lê dawiya çîroka wan veşartina li kêleka hev bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst