Wêneyên Taylor Swiftê yên mistehcen li rojeva Koşka Spî ne

27-01-2024
Nîşan Taylor Swift Wêneyên Mistehcen Hişê Çêkirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wêneyên stranbêje Taylor Swiftê yên mistehcen ê ku ji aliyê hişê çêkirî ve hatine amadekirin di torên civakî de bûn sedema gelek bertekan.

Berdevka Ragihandinê ya Koşka Spî Karine Jean-Pierreyê da zanîn ku ev rewş cihê fikaran e.

Karine Jean-Pierreyê diyar kir, rêvebreriya Amerîkayê hewl dide bi rêyên yasayî çareseriyeke peyda bike.

Karine Jean-Pierre li ser rewşa heyî wiha axivî:

“Wêneyên sextê yên Taylor Swiftê yên ku di torên civakî hatine belavkirin cihê fikaran in.

Em dizanin ku ev bûyer bandorê li jin û zarokên keç dikin.

Rêveberiya Biden hewl dide bi yasayan rîska belavkirina wêneyên ku bi rêya hişê çêkirî tên amadekirin kêm bike.

Dê xebatên me yên ji bo dîtina çareseriyeke rasteqîn bidomin.”

Di torên civakî de gelek caran tê gotin ku her kes dikare bi rêya hişê çêkirî wêneyên sexte amade bike û van belav bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst