Dêrsim - Geştiyar berê xwe didin Gola Bûyerê

22-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Dêrsim Gola Bûyerê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pilemûriye ya Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê geştiyarên navxwe û biyanî bi serpereştiya Kluba Çiyageran a parêzgehê serdana golê kirin.

Bi zêdebûna pileya germê cemeda ser Gola Bûyerê dihele û derdorê wê bi kûlîlkan xemilî ye.

Serokê Kluba Çiyageran a Dêrsimê Gokhan Tuney got “Her çar demsalan jî evder xweş e. Heftane em derdikevin nav xwezayê. Piştî nêzîka meşa 2 demjimêran em gehiştin ser Gola Buyerê. Di hatinê de jî me dîmenên gelek xweşik dîtin. Daxwaza me ew e ku kesên tên vê derê derdorê qirêj nekin.”

Welatiyên ku li derveyî Tirkiyê dijîn, ji bo geştê ji welatên wek Brîtanya û Almanyayê hatine serdana golê bikin.

Geştyarê ji Almanyayê Hasan Yoltay dibêje “Çend sal in min dixwest bêm vê derê. Êdî turên geştyariyê bo golê tên kirin. Em bi minîbûsan derketin jorê. Li jêrê 40 pile germ bû lê li ser golê em cemidîn. Me tiştên zivistanê li xwe kirin. Li çiyayan hê berf heye.”

Geştyara ji Brîtanyayê Aysel Fox diyar kir “Keşûhewayeke bêhempa ye. Esmanekî şîn, rengê golê û dîmenên bazên ku li asman difirin, gelekî xweş e.”

Parêzgeha Dêrsimê taybet bi xwezaya xwe çend salên dawî bûye navendeke geştyariyê û her sal bi hezaran kes serdana parêzgehê dikin.

Gola Buyerê jî ji yek wan cihên xweşik e ku bilindahiya wê nêzîkî 3 hezar û 100 metre ye û her çar demsalan geştiyar û jîngehhez serdana wê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst