Hewlêr (Rûdaw) - Gerdeniya Amedê ya bi gijnîj ku bi zêrê 14 û 22 eyar tê çêkirin wekî mîrata çandî û berhema hunera destî li ser navê Amedê hat tomarkirin.
Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, kanûna paşîn a îsal ji bo qeydkirin û tescîlkirina Gerdeniya Amedê ya bi gijnîj serî li Saziya Patent û Markayan a Tirkiyeyê dabû.
Saziya Patent û Markayan, Gerdeniya Amedê wekî mîrata çandî û berhema hunera destî li ser navê Amedê tomar kir.
Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ev agahî bi rêya hesabê xwe yê Xê parve kir û got, “Ji bo bajarê me li ser xêrê be.”
Gerdeniya Amedê
Gerdeniya Amedê ya bi gijnîj bi zêrê 14 û 22 eyar tê çêkirin û ji 6 quncikan pêk tê.
Her stêrkeke wê 0,5 graman giran e û pehnayî û firehiya wê 7 mîlîmetre ye.
Hemû karê destî ye û bi lehîmê bi hev ve tê girêdan.
Bihayê wê di navbera 200 hezar lîre û milyonek lîre de diguhere.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse