WAN - Herêma Êzdînanê dibe navendeke geştyariyê

17-05-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Wan Herêma Êzdînanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Herêma Êzdînanê ya li navçeya Şaxê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve piştî salên dirêj a bêdengiyê Herêma Êzdînanê van rojan ji nû ve pêşwaziyê li mirovan dike.

Komeke geştyaran ku ji 46 kesan pêk tê bo 2 rojan konên xwe li gundê Narê yê Herêma Êzdînanê danîne, ku berî 30 salan bi hinceta leşkerî hatibû valakirin.

Serokê Tîma Werzişê ya Siruştê ya Newalê Omer Demez got “Ev gund hemû avahiyên wî du qatî bûn û gundekî gelek ciwan bû, gelek xweş bû. Lê belê mixabin îro xerabû ye. Xwezga dîsa çêkirin, qet nebe ji bo geştiyariyê dê gelek destpêkeke xweş bibûya. Ji Badikanê heta Qoran 12 gundên Êzdînanê hene, gundên di nav de yek jê jî ev e.”

Armanca Tîma Werzîşê ya Sirûştê ya Newalê ew e; 12 gundên herêma Êzdînanê, ku xwedî erdnîgariyeke nuwaze ye bide nasandin û herêm bibe navendeke geştyariyê.

Geştyar Hidir Erdîş dibêje “Şeva din em hatin kapê li Gundê Êzdîna. Em ji şeva din ve li vê derê digerin, gundekî gelek xweş e, gelekî berfireh e. Hemû erdên gund şînkahî ne. Em hez dikin yên vê derê nedîtibin, bila lê vê derê bigerin, van xweşiyan bibînin. Ev xanî kavilên berê ne. Berê malên miletê li vê derê bûn, bes xera bûn. Em hez dikin van deran dîsa bên avakirin, miletê biyanî yên ji derve bêne vê derê van xweşiyan bibînin li van deran bigerin.”

Wan di salen dawî de bûye navendeke geştyariyê û salane zêdeyî milyonek geştyarên biyanî bi armanca dîtina Gola Wanê, Girav û Dêra Axtamarê, Keleha Wanê, Sûlava Bêgiriyê, Mala Pîsîkan a Wanê, Kela Aspaşîn a Urartuyan, Pixêrîkên Perî û xwarina Taştêya Wanê berê xwe didin wî bajarê dîrokî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst