WAN - Werzîşvan û çiyager derketin serê Çiyayê Reş

01-01-2024
Mihemed Emin Demir
Werzîşvan û çiyager derketin serê Çiyayê Reş/Wêne: Rûdaw
Werzîşvan û çiyager derketin serê Çiyayê Reş/Wêne: Rûdaw
Nîşan Wan Çiyayê Reş Çiyager
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Komeleya Klûba Werzîşê ya Gelî û Xwezayê ya Wanê roja dawî ya sala 2023yan derketin ser çiyayê Reş a Wanê.

Klûba Werzîşê ya Gelî û Xwezayê ya Wanê her hefte herêmeke geştyariyê didin nasîn.

Endamên klûbê, dawiya sala 2023yan derketin ser çiyayê Reş a parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê.

Serokê Komeleyê Omer Demez bi rêya Rûdawê bang li welatiyan kir ku ew jî bi wan re beşdarî geştên xwezayê bibin.

“Li xwezayê xweşî heye û li xwezaya xwe xwedî derkevin”

Demez di axaftina xwe de got, “Em li ser Çiyayê Reş ê Wanê ne. Koma me ya geştê ji 11 kesan pêk tê.

Derdora me tev çiya ne. Gelek çiyayên wekî Vavîra, Çepel, Artos, Sîpan, Nemrûd, Çiyayê Agiriyê û wekî din ji vir tên dîtin.

Hûn jî berê xwe bidin xwezayê. Li xwezayê xweşî heye û li xwezaya xwe xwedî derkevin.”

Endamên ku cara yekem beşdarî geştên komeleyê dibin kêfxweşiya xwe tînin ziman.

Geştiyara bi navê Reyhanê anî ziman, “Ev cara ewil e ez tevlî koma geştê dibim. Ez gelekî kêfxweş bûm. Ez gelekî westiyam lê hêjayê vê bû.”

Geştyar û werzişvan li nav xwezayê ji jiyana rojane dûr demên bextewar derbas dikin.

“Ji vir çiya gelekî xweşik xuya dikin”

Yek ji wan geştiyaran Mamosteyê Zanîngeha Wanê Necat e.

Necat di axaftina xwe de got, “Ji vir çiya gelekî xweşik xuya dikin. Min çiyayê Agiriyê ewqasî ji nêz ve nedîtibû.

Tîma me tîmeke gelekî baş e. Em bi kêfxweşî derketin jor. Bila her kes bi me re derkeve vê geştê.”

Komeleya Klûba Werzîşê ya Gelî û Xwezayê ya Wanê, Nîsana 2012an bi armanca werziş û geştên xwezayî hat avakirin.

Komele her hefte li herêmên geştyarî û xwezayî yê Wanê geştekê dike û wê herêmê dide nasîn.

Komele herwiha çalakiyên wekî çiyagerî, kaşûn, raftîng, pereşût û jîngeparêziyê dike û ji bajarên din ên Bakurê Kurdistanê çiyager û werzişvan beşdarî çalakiyên wan dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst