Ewropa, asteke bilind û qonaxeke pêşketî ya mirovahiyê ye. Bi carekê ve pêk nehatiye. Encama hezar salan e.
Ji aliyê teknîk, zanist, hiqûq, refaha sosyal û bajarvaniyê ve li cîhanê deng daye lê Ewropa ne tenê bi dîmenê xwe yê giştî, mînak û modeleke baş e. Dema mirov dakeve kuçe û kolanên jiyanê, gelek xalên berz û bilind pêşwaziyê dikin.
Ji rê û rehên jiyanê diyar dibe bê Ewropa çima şan û şohreta xwe heq dike.
Di vê nivîsarê de ez ê hinek çavdêriyan xwe ji hûrgiliyên jiyana Ewropayê binivîsim.
Market û metroyên bê wezîfedar
Cara pêşî gava çûm Ewropayê tunebûna gîşe, bend û nobedaran li ber metro û trênan bala min kişandibû. Min çavê xwe gerandibû û ciyekî jê bilêtê bistînim nedîtibû. Min gotibû qey belaş e. Meger kêm caran li hundirê metro û trênan kontrola bilêtan dibe, wekî din bendek li ber siwarbûnê tune ye. Her kes bilêtên xwe bi awayekî dîjîtal yan jî ji mekîneyên hatine danîn distîne.
Jiyan li ser baweriyê dimeşe. Lewma mirovên ji marketan danûsitendinê dikin, dikarin bi serê xwe li mekîneyên hatine danîn eşyayên xwe bidin xwendin, mesrefê xwe derxin û pereyê xwe bidin.
Mirov dikarin bi hêsanî bê ku pereyê xwe bidin, ji marketan derkevin. Ger xebatkarekî marketê gumanê bike, gilî dike lê heger ew gilî niheq be, cizayê giran li xebatkarê marketê tê birîn.
Her wiha helbet cizayê diziyê û ger kontrol bibe cizayê bê bilêt siwarbûna wesayîtan jî heye.
Firotinên Çewlikan
Çewlikên mirovên li gundan yan jî dewrûberên bajêran hene. Ji bo firotina şîr, mast, penêr, goşt, hêk û tiştên din dezgehên firotinê datînin û kes li ber wan nasekine.
Mirov çi bistîne bihaya wê yan bi hesabên dijîtal dide yan jî pereyê xwe datîne sindoqa pereyan. Yanî ne tiştên firotinê tenê, pere jî li wir in û kes zû bi zû diziyê nake, heqê kesî naxwe.
Yek ji xalên herî zêde mirovên ne Ewropayî heyirî dihêle ev e. Her tişt li ber te ye lê kes li ber tune ye. Bêguman civakeke ev bawerî di nav xwe de pêk anîbe, gelek pêşketî ye.
Zindîbûna mihrîcan û şahiyan
Li her bajar û deverên Ewropayê pîrozbahî û mihrîcanên sedsalan zindî ne. Gelekên wan ji serdema paganîzmê mane lê dîsa bi coş û kelecan têne pîrozkirin.
Pîrozbahî û mihrîcan tev ne yên seranserê welatan in. Li her herêmê şahî û pîrozbahiyên taybetî wê deverê hene.
Di Adarê de Paskalya tê pîrozkirin. Nîşaneyên wê hêkên rengîn û kîvroşk in.
Di cotmehê de, kundirên di şeklê rûyê mirovan de têne ronîkirin ji hatina Halloweenê yanî cejna pîrebokan xeberê didin. 31ê mehê zarok kostumên tirsnak li xwe dikin û mal bi mal şekir û tiştên din berhev dikin.
Piştî mehekê her der bi nexş û nîşaneyên Noelê tê xemilandin. 24ê Berfanbarê her kes diyariyan dide hev û êvarê xwarina Noelê tê xwarin. Roja din li dêran jidayikbûna Îsa pêxember tê pîrozkirin.
Sersal û Fasnacht û gelek mihrîcan û pîrozbahiyên din li dû hev tên û jiyanê şên dikin.
Çanda Ewrûpiyan ya hezar salan her zindî û şênber e. Mîna ji derve dixuye ne sar û sekan e.
Şorbeya Noelê
Di meha diwanzdehan de li meydanên bajaran konên mezin tên vegirtin û heya Noelê, ber êvaran şorbeya Noelê tê dayîn.
Carinan li gel şorbeyê çikolata, penêr, fêkî û şîraniyê jî didin. Ev tev wek diyarî tên pêşkêşkirin. Şov û reklama tu kes û saziyê nabe.
Rûkenî û silavdayîn
Ne li hemî welatan lê li gelekan mirov tim rûken û kubar in. Yên qet hev nas nekin jî gava li hev rast tên bi kubarî û rûkenî silavê li hev dikin. Cîran, bê silavê derbas nabin.
Kaniyên li rê û meydanan
Li gelek welatên dunyayê ava vexwarinê bi pere ye lê li welatên Ewropayê, li her meydanê kaniyek heye û tim ava paqij jê diherike. Li ser van kaniyan nav û nîşana kesî nîne. Mîna welatên wekî Tirkiyeyê nayê zanîn bê xêratên kê ne!
Alîkariya bê minet
Li Ewropayê ji bo penaber û muhtacan gelek dever û dezgehên alîkariyê hene lê ev alîkarî bê şov û reklam pêk tên û pirî caran yên alîkariyê distînin nizanin kê ew alîkarî daye wan. Ne poşet, afîş, pankart û broşur, ne kamera û wezîfedarên bi êlegê xêrxwaziyê.
Di Incîla Fileyan de tê gotin, xêra te bi destê rastê da, bila haya destê çepê jê çênebe. Li Ewropa bi rastî jî hay jê çênabe. Sedemê wê çi ye nizanim lê li gor rêz û rûmeta mirovînî ye, ku welatên misilmanan pir jê dûr in.
Dolabên pirtûkên bê pere
Xwendin, mîna xwarin û vexwarinê yek jî pêdiviyên mirovî ye. Lewma bidestxistina pirtûkan çi qasî hêsan û erzan be ew qasî qenc e. Li gelek welatên Ewropayê dolabên pirtûkan hene, kî bixwaze dikare pirtûkan deyne û jê bigre, bibe. Mîna pirtûkxaneyên biçûk in.
Heta niha yên min dîtine tev pirtûkên nû, paqij û giring in. Li ciyên welê pirtûkên qetiyayî yên belawela tunin.
Mirovên ji xwendinê hez dikin, dikarin bi salan bi rêya dolabên pirtûkan pêwîstiya xwe bibînin û neçin ji pirtûkxaneyan pirtûkan nekirin.
Gilêş û paqijî
Yek ji xweşiyên berbiçav, paqijiya derdorê ye. Mirov zû bi zû gilêş û çopên xwe navêjin erdê û derdora xwe nalewitînin. Heta pelên weşiyayî yên li ser rêyan jî tên paqijkirin.
Li hinek welatên weke Swîsreyê çop li gorî xwarin, kaxez, plastîk û her wekî din têne senifandin û avêtina her yekê cuda ye.
Parastina sirûşt û avahiyan
Ewrûpî gelekî giringiyê didin sirûştê û avahiyên kevn. Her der şînahî ye û xaniyên sedsalan li piya ne, mirov di wan de dijîn.
Her tişt tê parastin û mûzexaneya wan tê çêkirin. Gelek tiştên ji bo rojhilatiyekî biçûk û ne giring in, li mûzexaneyan cihê xwe digrin.
Perwerdeya şagirtan
Mamosta, mîna zarokên xwe bi şagirtan re eleqedar dibin. Roj bi roj rewşa wan dişopînin.
Dibistanê û dewrûberê wê bi zarokên nû didin nasandin. Dema şagirt hinekî dereng bimînin bi telefonê têkîlî bi malbatan re datînin û zarok tên pirsîn.
Her wiha ji bo zarok fêrî jiyanê bibin ji xwarinçêkirinê heta gelek cûreyên huner û kar û kêfê tê fêrkirin. Zarok bê pere û mesref li dibistanê fêrî jiyanê dibin.
Miameleya zarokan
Zarok mîna mezinan tên dîtin. Dê û bavê wan li cem wan bin jî mixetab tên girtin û heger îzahek hebe ji zarokan re jî tê kirin.
Li deverên wek nexweşxaneyan doktor û hemşîre wek mirovên têgihîştî bi zarokan re dipeyivin û rewşê ji wan re rave dikin. Ger tiştekî bikin destûra wan dixwazin û dikin.
Sekna erebeyan
Li gelek welatên Ewropayê pêşî peya tê. Erebe mecbûr in li hemberî peyayan bisekinin û rê bidin wan.
Tenê li meydan û navendên mezin çûnûhatin bi rêya çirayên trafîkê dimeşe. Ajotvan mecbûr in li gor lez û pergala trafîkê tevbigerin û nikarin aloziyê çêbikin.
Plansazî û ajanda
Li Ewropa jiyan bi pergal e û randevû giring in. Her tişt li gor demê tê diyarkirin û dimeşe. Lewma her mirov pêwîstiyê bi teqwîm, saet û ajandayan dibîne. Mîna welatên misilmanan kes ji temenê kesî roj û saetan nadize.
Paqijî û pergala gundan
Li Ewropayê weke bajaran gund jî bi tertîb û nîzam in. Heywan ne serberdayî ne. Her der paqij e. Her kes li ser karê xwe ye. Keda destê xwe dixwe û difiroşe.
Her der ew qasî baş tê bikaranîn, ciyekî nayê çandin namîne. Li kaş û hevrazên welê çandiniyê dikin, mirov matmayî dimîne.
Heywanên wan bi zengil, erd û zeviyên wan bi sênc û çeper in.
Şair Cîhat Duman Çiriya Paşîn a 2023yan ji Brîtanya wiha dinivîsî: “Derketim, ji xwe re li gundan digerim. Çewlik hene. Xebatên çandînî û heywanvaniyê dibînim. Axurên wan jî bi cedwelê hatine xêzkirin. Dinêrim, em jî cotkar bûn. Meger ya me jiyana li sergoyan bû. Gundîtî ne berdîberdan e. Meger berdîberdan karaktera me ye.”
Ji her aliyê cîhanê bi milyonan mirov koçî Ewropayê dikin, bi salan li wir dijîn lê dîtin, tiştekî din e.
Rojhilatî bi giştî bi pêşbiryarên di hişê xwe de li Ewrûpiyan dinêrin û ji gelek xweşiyên medeniyetê bê par dimînin.
Helbet Ewropayî jî mîna mirovên din mubtelayê gelek kêmasî, xirabî û nexweşiyan in lê rastiyek heye, bi ronahiya aqil û zanînê, li ser cîhanê di her warî de medeniyeta herî bipêşketî ava kiriye.
Hinek mînakên min li jor behsa wan kir dibe ku li Rojhilat jî wek takekes hebin. Her wiha di van xalan de li Ewropayê jî mînakên xirab ên îstisna hene. Li vir pîvan dîmenê giştî ye.
Ewropa destkeftina hemî mirovahiyê ye. Parastin û bipêşvebirina wê, erkekî mirovî ye. Ji bo welatên paşvemayî asoyeke bêhemta ye.
Rê li ber hemî kesî û hemî aliyên cîhanê vekirî ye lê beriya her tiştî divê têgihîştina jiyanê biguhere.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse