Ji ber helwesta li hember giştpirsiya Kurdistanê silav ji Estonyayê re

30-12-2017
GARY KENT
GARY KENT
Nîşan Herêma Kurdistanê Estonya Brîtanya Giştpirsî
A+ A-

Bi qasî ku ez aghahdar im, heta niha ji bilî Parlamentoya Estonyayê, parlamentoya ti welatekî din, bi piraniya dengan helwesta xwe ya li hember giştpirsiya serxwenûna Herêma Kurdistanê û encamên wê eşkere nekiriye.

 

Estonya him welatekî kevin û him jî yê nû ye. Di sala 2018ê de, him sedsalek û him jî 27 sal dê bi ser serxwebûna Estonyaya modern re derbas bibe. Çimku ev welat di sala 1941ê de ji aliyê Yekîtiya Sovyetan ve hate dagirkirin û 50 salan bindest ma.

 

Niha Estonya endamekî Yekîtiya Ewropayê ye û ji ber şarezbûna xwe ya di warê damerazrandina sîstema hikûmranî û rûbirûbûna êrîşên sîberî de navdar bûye. Li gorî qebare û hejmara nîştecihên welat, ku milyonek û 300 hezar kes in, di van waran de pir serkeftî bûye.

 

Ev welat, ji aliyekê ve hertim weke “bendiyekî Rûsyayê” hatiye dîtin û ji aliyê rojava ve jî cîranê welatekî ye, ku heyameke dirêj bi împaratorî bûye, wate cîranê Swêdê bûye.

 

Daxuyaniya dûrbîn a Parlamentoya Estonyayê, hefteyek li pey êrîşên meha Cotmehê yên li ser Kerkûkê hate pesendkirin. Giring  û hewce ye, ku ev helwest ji aliyê parlamento û wezareta derve ya welatên din ve jî were lêkolînkirin da ku pêdaçûnekî hûr û kûr li ser siyaseta xwe ya li hember wan pirsgirêkên rûbirûyê gelê Kurdistanê bûne, bikin.

 

Daxuyaniya Parlamentoya Estonyayê amaje bi prensîbên mafê çarenivîsa xwe ya gel û netweyan dike, ku gelek caran weke prensîbên nakok tên şirovekirin. Estonya bi xwe jî di sala 1918ê de li ser heman prensîban hate damezrandin.

 

Prensîba duyemîn jî ew e, ku Estonya rêzê ji yekparçebûna xaka welatan re digre. Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, ku sînorên welatan tenê dikare bi şêweyekî aştiyane, demokratîk, azad û bi îradeya gel werin guhertin. Herwiha tekez tê kirin, ku Estonya hertim dixwaze nakokî bi riyên aştiyane werin çareserkirin.

 

Daxuyanî dixwaze wan prensîb û bingehên nakok bi hevre girêbide û hêvî dike; “giştpirsiya serxwebûna Kurdistana Iraqê ya 25ê Îlonê bibe pêngavek ji bo çareseriyeke dûrî tundiya li hember Kurdên Iraqê. Ji bo vê jî divê herdu prensîbên diyarkirina mafê çarenivîsê û yekparçebûna xakê bi hevre werin guncandin.”

 

Parlamentoya Estonyayê piştgiriya xwe ya ji bo prensîba duyemîn bi merc dike û destnîşan dike, ku prensîba duyemîn bêyî ya yekemîn nabe. Herwiha balê dikişe ser vê xalê, ku heta wê kêliyê rêzê ji yekparçebûna xaka Iraqê re digrin, ku li wî welatî li dijî gel û mafên siyasî yên Kurdan ti zêdegavî û binpêkirin nebin.  

 

Ev bi merckirin giring e. Daxuyaniya Parlamentoya Estonyayê piştgirî dide daxwazên gelê Kurd ên ji bo diyarkirina mafê çarenivîsa xwe. Hemû aliyan jî han dide da ku li hember vê yekê helwesteke zelal, bi aştiyane û demokratîk werbigrin. Herwiha ji hemû welatên herêmê jî daxwaz dike, ku dest li karûbarên navxwe yên Iraqê wernedin. Hevdem, Hewlêr û Bexdayê jî han dide da ku ji bo diyarkirina pêgeha Kurdistana Iraqê, riya danûstandinê hilbijêrin.

 

Gelek welat ji Bexdayê dixwazin karvedanên xwe yên tund ên li dijî Herêma Kurdistanê bide sekinandin. Yekemîn car Wezîrê Derve yê Almanyayê piştî serdana xwe ya Bexdayê xwest serdana Herêma Kurdistanê jî bike lê Bexdayê ev daxwaz qebûl nekir. Paşî Serok Macron dorpêç şkand û li Parîsê pêşwaziya Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir.

 

Pêngava sêyemîn jî ew bû, ku Brîtanyayê ragihand ew dixwazin hikûmeta Herêma Kurdistanê vexwînin Londonê. Dibe ev serdan di Çileyê de pêk were. Hikûmeta Brîtanyayê tekez kiriye, ku ew ji bo parastina mafên Kurdan “hewldanekî cidî” didin.

 

Pêngava çaremîn ji aliyê hikûmeta Almanyayê ve hate avêtin. Almanyayê serkirdeyên hikûmeta Kurdistanê ji bo guftugoyan vexwende welat û balkişande ser danûstnadin û parastina mafên Kurdistanê di nav destûra Iraqê de.

 

Destpêşxeriya pêncemîn ji aliyê Holandayê ve hat, ku serokwezîrê vî welatî ji hikûmeta Iraqê xwest, dorpêça li ser geştên navdewletî yên li firokexaneyên Kurdistanê rake.

 

Sedema van guhertinan ew e, Bexdayê piyê xwe ji berê xwe zêdetir dirêj kiriye û divêya bînin bîra wî, ku Herêma Kurdistanê beşekî serekî ye li Iraqê û tenê ne parêzgehên bakûr ên vî welatî ye.

 

Nêrîna Amerîkayê li ser ew e, ku navçeyên nakok di bin kontrola kîna aliyê de dibin bila bibin, her weke navçeyên nakok dimînin û divê ji bo wan çareserî were peydakirin.

 

Ev helwest tev de hêjayê destxweşiyê ne lê divê ev yek ji bîra me neçe, ku berdewamkirina guvaşa aborî ya li ser Kurdistanê dê ji bo gelê Kurdistanê encamên xeter derbixe. Herwiha dê bandorê li hewldanên mirovî yên li Kurdistanê jî bike, ku ji bo vegerandina Erebên sunnî yên Mûsilê tê dayîn. Di heman demê de dê bandorê li wan kesan jî bike, ku bi neçarî ji Kerkûk û navçeyên din ên bi pirsgirêk bicîh hiştine.    

 

Em hêvîdar in, ku guvaşên navdewletî yên li ser Iraqê zêdetir bin. Hêja ye, ku helwesta Parlamentoya Estonyayê were dîtin. Çimku yekemîn parlamento bû, ku bal kişande ser vê qeyrana dîplomatîk.

 

Divê Komîsyona Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Brîtanyayê jî pir bi baldarî li formula hekîmane ya siyaseta derve ya Parlamentoya Estonyayê binere.

 

Di gotarekî vê dawiyê de min gotibû, divê navnîşana facebooka Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê weke Konsulê Giştî yê Brîtanyayê Li Hewlêrê were guhertin. Vê yekê gelek Kurd nîgeran kiribû, bi taybetî di demekê de, ku hikûmeta Iraqê hewl dide pêgeh û statûya fermî ya Herêma Kurdistanê ji holê rake.  

 

Serokê grûba hemû partiyên Parlamentoya Brîtanyayê Jack Lopresti derbarê vê mijarê de pirsek pêşkeşî Wezareta Derve ya Brîtanyayê kir. Bersiva Wezîrê Rojhilata Navîn birêz Alistair Burt ew bû, ku “navê konsulxaneya giştî ya Brîtanyayê li Hewlêrê nayê guhertin. Facebooka konsulxaneyê jî heta niha bi yek zimanî bû lê niha êdî du zimanî (kurdî û îngîlîzî) ye. Di encamê de navê wî yê kurdî li ser malperê hatiye kurtkirin. Çimku hejmara peyv û tîpên navê berê zêde bûn. Dezgehên medyayê û berpirsên herêmê ji ber vê guhertinê hatine agahdarkirin.”

 

Ev pirs jî eşkere dike, ku sedemên guhertina navê ne ew hinde mezin in. Lê di bersivê de bal tê kişandin, ku “hikûmeta Brîtanyayê di çarçoveya Iraqekî yekgirtî de piştgirî dide ewlekarî, seqamgîrî û vejandina Herêma Kurdistanê.”

 

 

*Gary Kent sekreterê grûba hemû partiyên nav Parlamentoya Brîtanyayê ye û ji bo malpera Rûdawê dinivîse.



Nivîsîn: Necmî Salih


 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst