Bêserîhiştina Suniyan

30-11-2023
Arif Qurbanî
A+ A-

Li hemî welatên misilmanan, çavkaniya arîşe û nakokiyên di navbera Şîe û Suniyan de, berî her tiştî, cudahiya bîr û baweriyên olî ye. Di heman demê de, ev arîşe û nakokî ji vê çavkaniya olî dirêjî nav gelek qadên çandî, siyasî, civakî û tew aborî jî dibin. Lê li Îraqê zêdebarî van rehendan, reh û kokên kûrtir û cudatir ên van nakokiyan hene. Tev li nav dijminatiya kevnar a navbera Faris û Ereban û pirsgirêkên ewlehî û jeopolîtîk ên Îran û Îraqê bûne.

Loma ji dîroka sedsalî ya damezrandina Dewleta Îraqê û heta niha, nakokiyên di navbera van her du mezhebên olî de, ji hevrikiyên Sunî û Şîeyan ên li welatên din ên misilman cudatir bûn. Li her welatekî misilman ku mirîdên her du rêolên Sunî û Şîe lê hebin, kîjan ji wan bûbe desthilatdar hewl daye rêola din paşguh bixe. Lê li Îraqê ji paşguhxistinê bi wêdetir çûye û gihiştiye asta parçekirin û proseya qirkirinê.

Ji damezrandina dewleta padîşahîyê li Îraqê heta hilweşîna Sedam Hisên, di heyama 83 salan de ku hefsarê desthilatê di destê hindikahiya Sunî de bû, tiştek nema û Suniyan seba qirkirina Şîeyan nekir. Wekî belawelakirin, bidarvekirin, terorkirina oldar û kesayetên siyasî û kuştina bikom a ciwanan û hewldana guhertina demografiya deverên Şîe.

Ji dema hilweşandina Sedam Hisên û heya niha, ev nêzî 20 salan e ku desthilat û hefsarê birêvebirina Îraqê di destê mezhebperestên Şîe yên herî radîkal de ye. Di heyama van 20 salan de, Şîeyan ji tiştê ku hatibû serê wan gelekî bi wêdetir, heyfa 83 salên desthilata Suneyan rakir.

Şîeyan ne tenê efser, pîlot û piledarên Sunî yên di nav dezgehên îdarî, ewlekarî û sîxuriyê de kuştin, li şûnê, bi hezaran mamosteyên zanîngehê, endezyar, doktor, elîtên siyasî û çalakvanên Sunî jî kuştin.

Lê dilê wan bi van karan jî hênik nebû, rabû di anîn û peyketin û qewitandina DAIŞê de, tevaya erdnîgariya Suneyan bi erdê ve dûz kirin, demografiya Suneyan guhertin û pêvajoya Şîekirinê birin kûrahiya deverên Suneyan. Sembol û kesayetên wan ên siyasî şikandin û bi hinceta terorê bi deh hezaran ciwanên Sunî kuştin, bi hezaran serwinda kirin û bi sed hezaran jî koçber û derbider kirin.

Beşek ji tawanên ku li hember Suneyan hatin kirin û hê jî berdewam in, cureyekî tolhildana Farisan li hember Ereban e, beşek jî tolhildana ji şerê heşt salan ê Îranê ji Îraqê ye. Piştî vê jî gera li dûv berdestkirina piştrastiyê ji bo desthilata Şîe li ser Îraqê ye.

Heke Suniyan di heyama 83 salan de pêvajoya lêxistina Şîeyan ji marjînalbûnê gihandibin parçekirinê, Şîeyan di heyama kêmtirî du dehsalan de qonaxa parçekirinê derbas kirin û ji bo înkarkirina wê pêwîstî bi kêmtirî 20 salên din heye.

Tişta ku niha desthilatdarên Şîe di bêserîhiştina Suniyan de didin meşandin, armanca wê gihiştina qonaxa înkarkirinê ye. Pêwîstiya wan pê heye ku kes nebe serkirdayetiya Suniyan bike, kes nebe wan kom bike û rêbertiya wan bike da ku li kêleka vê parçebûnê wan di nav Şîeyan de bihelînin.

Ji Tariq Haşimî û Rafi Îsawî û lêdana malbata Nicêfî heta dûrxistina Helbûsî, her çend ji bo her yekî ji wan sûc û tawaneke cihê û şêwazeke cuda ya dûrxistina wan hatiye meşandin, lê hemî xelekên bi hev ve girêdayî yên heman pêvajoyê ne; ango divê serê Suniyan nebe!

Tiştê ku di mijara bêserîhiştina Suniyan û proseya qirkirina wan de girêdayî Kurdan e, ji ber erdnîgariyê Kurd di Îraqa Şîe de mehkûmî heman qedera Suniyan e. Lê ya ku wer kiriye ku pêvajoya parçekirina Kurdan li gor parçekirina Suniyan dereng bimîne, statû û hebûna Suniyan wekî kelema yekem li pêşiya stratejiya Şîeyan a li navçeyê bû. Piştî ku li erdnîgariya Suniyan bigihêjin armanca xwe, bê şik û dudilî dê Şîe heman polîtîkayan li hember Kurdan jî bidin meşandin.

Aniha ku hîna nefesek di Suniyan de maye, divê Kurd bi sûdwergirtina ji cemserên din ên hevkêşeyên herêmî û navdewletî û bi piştevanîkirina Suniyan, çepera li pêş xwe xurt bikin. Pêwîst e Kurd alîkar bin ku Sunî rabin ser lingên xwe û pêşî li hegemonyaya mezhebî ya Şîeyan bigirin.

Gurkirina giyanê berxwedanê li nik Suniyan, dê pêvajoya parçekirina Kurdan dereng bixe. Her derengxistineke vê metirsiyê jî dê di berjewendiya Kurdan de kuta bibe. Ji ber ku di dîmena mezin a hevkêşeyên navneteweyî û herêmî de siberojeke baş li pêşber hegemonyaya Şîegeriyê nîne, îhtîmala piçûkkirina hêz û cemserên mezin ên deverê îhtîmaleke çaverêkirî ye.

Ne di berjewendiya hêzên mezin û biryarder de ye ku ti yek ji aliyên nakok li deverê xwedî hegemonyayeke xurt be. Ji bo ku dem di parastina Kurdan de alîkar be, heta çaxê ku xwediyên xefikan vedigerin, divê Kurd wer bikin ku hevrikiya di navbera Sunî û Şîeyan de berdewam bike û şer rasterast pêsîra Kurdan negire. Ev yek jî dê di rewşeke mîna ya niha de bi vî awayî pêk were ku Kurd nehêlin Sunî li pêşber Şîeyan ji wiha rezîltir bibin!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst