Emmanuel Macron wek damezrînerê artêşa Ewropî?

30-09-2021
RÛDAW
Nîşan Emmanuel Macron Yekîtiya Ewropa Angela Merkel François Mitterrand Deryaya Navîn Kyriakos Mitsotakis
A+ A-

Dr. Zana Kurde

Ji destpêka destbikarbûna wî wek serokê Fransayê, gotareke siyasî ya neguhêr a Emmanuel Macron derbarê Yekîtiya Ewropayê (YE) heye, ew jî ev e ku pêwîst e YE xwedî artêşa xwe be û "serxwebûna bergiriyê" bidest bixe.

Roleke sereke ya serok û karbidestên bilind ên welatên endam, di proseya pêkanîn û pêşveçûna YE de hebû. Kesên nola Konrad Adenauer û Helmut Kohl wek du şêwirmendên Alman, pro-ewropî û, herwisa Serokê Fransa François Mitterrand, di proseya hevgirtina Ewropî de, karakterên dûrbîn û afirîner bûn. Vêga jî Emmanuel Macron dixwaze wek karakterekî dîrokî bibe afirînerê artêşa hevgirtî ya Ewropî, lê gelek kelem û astengî li ser rêya xewna Macron hene.

Heya niha jî Ewropa dîroka bi dehan sedsalên borî ji ceng û komkujiyên navxweyî wek baholekê hilgirtiye. Her çiqas YE ji welatên Ewropa re hokara aramî û xweşjiyaniyê bû, lê nasnameya “Ewropî” nikaribû bibe alternatîva nasnameya neteweyî û etnîk a gelên Ewropayê. Ji bilî vê yekê jî, ji bo pêkanîna artêşeke Ewropî ya tekûz pêwîst e qet nebe nêrîneke hevpar a Fransa û Almanya li ser rola ceostratejî ya YE hebe wek karaktereke bergirîkar li ax û sînorê Ewropayê.

Her çiqas Angela Merkel di salên borî de dijatiya projeya artêşa Ewropî nekir, lê Almanya ku xwe di 70 salên borî de wek welatekî pasîf nîşan daye û xwesteka wê ya stratejî hebû ku bibe endama herdemî ya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî, bi hestyarî bi hizira artêşa Ewropî re tevdigere. Ev jî wiha dike ku guhertina kursiyê desthilatê li Almanyayê bandoreke mezin li ser nêrîn û bernameya stratejî ya Almanyayê neke ku bêhtir tekeziyê li ser xêr û bêrên bazara hevpar a Ewropayê dike. Ango heke Almanya bi wê tîn û germiya Fransayê neyê pêş, projeya Macron ji bo artêşa Ewropî ber bi ku diçe?

Di xwendina siyaseta derve ya Fransa di çar salên borî de û herwisa di gotara siyasî û gavavêtina Serok Macron de, diyar dibe ku êdî Macron hemî hêkên xwe naxe selika Almanyayê. Macron bi du rêyan dixwaze artêşa hevgirtî ya Ewropî bike defakto. Rêya yekem ji têkiliyên dualî yên Fransa bi welatên endamên YE re pêk tê.

Di vê çarçoveyê de jî, terkîza Macron li ser welatên Deryaya Navîn e, xasma Yûnan. Fransa di du salên borî de çend girêbestên leşkerî di warên hêza esmanî û deryayî de bi Yûnanê re îmze kirin. A ku cihê pûnijînê ye, ne Fransa û ne Yûnan venaşêrin ku ev girêbest di çarçoveya nêrîn û bernameyeke ceostratejî ya Ewropayê de ne û bi xwesteka bihêzkirina sînorên Ewropa di Deryaya Navîn de ne.

Di 2020an de, Fransa bi tibaba du milyar û 500 milyon euroyan girêbestek bi Yûnanê re îmze kir ji bo firotina 18 firokeyên şer (Rafale) yên Fransî bo Yûnanê ku paşê girêbest ji bo 24 balafiran hat berfirehkirin. Di rojên borî de jî, Fransa û Yûnanê peymaneke din îmze kirin bi tibaba pênc milyar euroyan ku ev ji bo çêkirina 6-8 keştiyên deryayî yên Fransî ye ji Yûnanê re ji cûreyên (firget) û (hornet).

Di merasîma îmzekirina vê girêbestê de, Emanuel Macron û Serokwezîrê Yûnanê Kyriakos Mitsotakis dîsa ev girêbest xistin çarçoveya “bidestxistina serxwebûna bergiriyê” ji bo Ewropayê de. Di wê merasîmê de, Macron hişyarî da welatên endamên YE ku derbarê rola ceostratejî ya YE ne “xêvik” bin.

Rêya duyem a Macron ji bo pêkanîna projeya artêşa Ewropî ji Brûkselê pêk tê. Di proseya hevgirtina Ewropî de diyardeya “Europeanization”ê ya dosye û mijarên hevpar bûye mekanzîmek û welatên endam neçar kiriye bi hevdengî projeyeke hevpar qebûl bikin.

Wek mînak projeya bazara hevpar û projeya dirava hevpar a euroyê li Brûkselê kar ji wan re hat kirin û bûn defakto. Herçi warê bergiriyê ye jî, yasaya navxwe ya YE (hejmar 20) rê dide qet nebe 9 welatên endam ku di nav xwe de û di çarçoveya YE de hevkariya navbera xwe bi pêş bixin, bi pêkanîna artêşa hevbeş jî.

Vê jî wisa kiriye ku Macron ji bilî têkiliyên dualî, bide ser rêya Brûkselê jî ji bo çêkirina hevdengî û gavavêtina pratîk bi arasteya artêşa Ewropî. Ev di demekê de ye ku berpirsên mezin ên niha yên YE tekeziyê li ser rollîstineke çalak a YE li dever û cîhanê dikin.

Ursula von der Leyen ku seroka Komisyona Ewropa ye û Josep Borrell ku rêkxerê siyaseta ewlekarî û derve ya YE ye, heman nêrîna wan li dor serxwebûna bergiriya li Ewropayê û rola ceopolîtîk a YE heye. Von der Leyen di destpêka destbikarbûna xwe de ew daxwaz nîşan da ku “nêrîneke ceopolîtîk” a Komisyona Ewropayê hebe. Bi heman awayî Borrell hergav daxwaz kiriye ku YE di kirîz û pêşhatên derdora xwe de bêçare û bêdeng nemîne.

Li ber ronahiya hevrikiyên li ser Deryaya Navîn û herwisa yekalîkirina peymanên dîrokî, Fransa bi serokatiya Emanuel Macron bi awayekî cidî li ser damezrandina artêşeke xurt a Ewropî dixebite. Di vê proseyê de jî, tê çaverêkirin ku hejmarek ji welatên Ewropî, xasma welatên Mediterranean (Behra Spî) û herwisa sazî û dezgehên YE piştevaniya projeya artêşa Ewropî bikin. A ku maye Almanya ye ku heta çiqas bi tîn û germî ji projeyê nêzîk dibe û Macron heta çi radeyekê dikare Şêwirmendê Nû yê Almanyayê Olaf Scholz qayîl bike ku bi hev re pêngavên yekalîker bi arasteya pêkanîna artêşa Ewropî bavêjin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Kawe Emîn / Wêne: Rûdaw Grafîk

Birîna reş a Apê Mûsa Anter qemûşk nagire!

Li nik Kurdan, sînor tenê kişandina xetekê ye, ti nirx û qîmeteke wê tune, loma di vê dabeşkirinê de Nisêbîn ketiye ser xetê (bakur) û Qamişlo jî ketiye binê xetê (Rojavayê Kurdistanê) lê di pratîkê de mîna ku tu bi xencerekê kezeba mirovekî bikî du parçe, çimkî sînor bûye baregeha leşkerî ya du dewletên nakok ku tenê li ser yek tiştî li hev dikin: Dijayetiya Kurdistanê