Kerkûkî hîn jî dilgiran in

29-11-2024
Arif Qurbanî
A+ A-

Beşa herî sereke ya pêvajoya serjimêriya giştî ya daniştvanan ku ji tomarkirina nav û hejmara welatiyan, temen û zayend û dabeşbûna wan li ser parêzgehan pêk dihat, kuta bû. Tiştên ku mane, tê payîn di rojên bê de sergihayî bibin. Ew tişt hûrkariyên din ên zanyarî li ser pêdiviyên jiyanê ne.

Tevî ku hîn jî ti zelalî û berbîniyek nîne ka gelo pêkanîna pêvajoya serjimêriya giştî ya şêniyên Îraqê, xasma encamên wê yên xirab û metirsiyên wê li ser navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ji Bedre û Cesanê heta Şingalê ji holê rabûne yan na? Lê xala herî girîng di vir de ew hesta berpirsyariyê (Kurdbûn) bû ku me roja berî pêkanîna pêvajoyê li deverên Germesêr û Xurmatû, Kerkûk û Deşta Nînowayê dît.

Zindîbûna hesta neteweyî

Vegera koçberên wan navçeyan ji bo xwetomarkirinê xasma ji bo Kerkûkê bi awayekî bû ku ne tenê Bereya Tirkmenî û Bereya Erebî li Kerkûkê daxwaza rawestandina pêvajoya serjimêriyê kir, tewra dewleta Tirkiyeyê jî dilgiranî û hestyariya xwe di vî warî de nîşan da. Ev pêla vegerê nîşaneke dilxweşker e ji bo xaleke bingehîn a pir girîng ku ew jî zindîbûna hesta neteweyî ye.

Berê û di dema her pêvajoyeke hilbijartinê de partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê nexasim PDK û YNKyê çi ji destê wan dihat xistibûn xizmeta wê yekê ku koçberên wan navçeyên ku li Herêma Kurdistanê bûn, vegerînin ku li Kerkûkê û navçeyên Germesêr û Deşta Nînowayê beşdarî dengdanê bibin.

Her proseyeke hilbijartinê bi mijara neteweyî, çarenivîsa milet û demografiya wan deveran ve girê didan, kampanyayeke berfireh ji bo azirandina hesta neteweyî ya xelkê dikirin û mal bi mal li deriyên welatiyan didan da ku vegerin, lê dîsa jî nikarîbûn wer bikin ku nîvê koçberan vegerin.

Lê ji bo mijara serjimêriyê, hizb û hikumdariya Kurdî jî baştir didîtin ku welatiyên wan navçeyan xwe li Herêma Kurdistanê tomar bikin, çimkî hejmara daniştvanên herêmê bi wan dihat zêdekirin, tewra daxuyaniya fermî ya dezgehên peywendîdarî vê mijarê yên herêmê ew bû ku dikarin li cihê rûniştina xwe, xwe tomar bikin û paşê navên wan dê li cihê jidayikbûnê bên zêdekirin.

Xelkê Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên din ên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku li parêzgehên Silêmanî, Hewlêr û Dihokê dijîn, mîna her takekesekî welêt karîbûn li cihên ku lê dijîn navê xwe tomar bikirina, lê ji ber ku zanîbûn ku ev mijar girêdayî pirs û doza gel e, me dît çi derhoze nimandin.

Doza Kerkûkê dozeke neteweyî ye

Bi taybetî Kerkûkiyên li hundir û derveyî Kerkûkê bi rengên cuda cuda yên hizbî û îdeolojîk dev ji doza bajarê xwe bernedan. Doza Kerkûkê dozeke neteweyî ye ku hêl û rehendeke wê ya pir kûr heye. Her wiha hêleke wê ya Kerkûkî jî heye. Şêniyên Kerkûkê ne amade bûn dev ji van her du dozên bi hev ve girêdayî berdin.

Lewra me dît bêyî ti amadekariyeke pêşwext, bêyî ti cûre alîkariyekê, bi girseyeke mîna ya koça milyonî xwe kirin xwediyên doza Kerkûkê ku di koka xwe de doza miletê Kurd e. Ev hest û helwesta Kerkûkiyan dikare wekî destkefteke neteweyî ya mezin were hesibandin.

Di heman demê de, ev nayê wê wateyê ku Kurdên Kerkûkê bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re li hev hatine û aşt bûne. Da hin kes hêviyê li ser wê yekê girê bidin ku pêkan e di qonaxên bê yên proseya siyasî û hilbijartinan de ev hejmara zêde ya Kurdên ku xwe li Kerkûkê tomar kirin, wekî amûreke siyasî di hilbijartinan de were bikaranîn.

Berawirdkirina vê beşdariya berfireh a daniştvanên Kerkûkê di proseya serjimêriyê de û rêjeya boykotkirina proseya hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di 10 mehên borî de, nîşan dide ku Kerkûkî heta hîn jî nîgeran in.

Hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji bo Kurdan pirs û mijareke hestyar û çarenivîssaz bû, lê ji ber ku bi partiyên siyasî ve girêdayî bûn, di wê wateyê de ku nûneratî û statûya Kurdan bi rêya partiyan şênber dibû, zêdeyî nîvê Kurdên Kerkûkê beşdarî proseya dengdanê nebûn û deng nedan.

Bi taybetî Kurdên li hundirê Kerkûkê. Dengên ku partiyên siyasî xasma dengên ku PDK û YNKê bi dest xistin jî, bi piranî dengên mûçegirên wan bi xwe bûn.

Dilê Kerkûkiyan ji Kurdistanê maye

Ez bi dane û amaran dizanim ku di nava hêzên pêşmerge, asayîş, berevaniya lihawarçûnê û zêrevanî de, di nava xizmên şehîdan û xanenişînên leşkerî û sivîl de, li polîs, dezgehên hizbî û hikûmetê çend ji wan dengderên Kerkûkê ne. Bi gotin û derbirîneke sade ez dikarim bibêjim bi qasî mûçegiran deng bi dest nexistine.

Heke kesek nexwaze xwe bixapîne, divê vê rastiyê baş fêm bike ku dilê Kerkûkiyan ji Kurdistanê maye. Bila kes nefikire ku hizb bi dengên ku li Kerkûkê bi dest xistine hatine xelatkirin. Dengên ku bi dest xistine jî tewra ne dengê hemû mûçegirên wan e. Ya rast ew e ku Kerkûkê ew ne xelat lê ceza kirin.

Ji bo têgihîştina bêtir a vê dilmana Kerkûkiyan û cezakirina partiyan, bi armanca ku serkirdayetiya hêzên siyasî yên Kurdî li çareyên aştkirina Kerkûkê bigerin, ez ê du pêvajoyên hilbijartinê yên li Kerkûkê bidim ber hev da ku hemî alî wê rastiyê fêm bikin ku Kurdên Kerkûkê heta çi radeyê dilgirain in. Yek hilbijartina dawî ya berî 16ê Çiriya Pêşîn e û ya dîtir jî hilbijartina dawî ya piştî 16ê Çiriya Pêşîn e.

Di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê di sala 2014an de, ji tomeriya 12 kursiyan, Kurdan 8 kursiyên parlamentoyê bi dest xist û her du pêkhateyên Ereb û Tirkmen bi hev re çar kursî bi dest xistin. Wê çaxê yên ku mafê wan ê dengdanê hebû 838116 kes bûn. Ji vê hejmarê qet nebe 400 hezar dengderên Ereb û Tirkmen hene.

Ango ji yên ku mafê wan ê dengdanê hebû Kurd piçekî ji nîvî bêtir bûn. Ji vê hejmarê bi hemû partiyên siyasî nêzî 300 hezar dengan anîn. Tenê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê zêdetirî 200 hezar dengî anî. Hilbijartinên dawî yên Parlamentoya Îraqê di sala 2021ê de hatin kirin. Ji bilî ku kursiyên Kurdan bûn 6 kursî, hemû hêzên Kurdî bi hev re 160730 deng bi dest xistin.

Divê beşdariya berfireh a serjimêriyê nebe sedema xemsariyê

Tewra di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di dawiya sala borî de, di demekê de ku rêjeya dengderan bilind bû û gihîşte milyonek û 153 hezar û 927 dengderan, ango 315 hezar dengder ji hilbijartina 2014an zêdetir bûn, ji tomeriya wê rêjeyê jî 613 hezar dengderên Kurd hene. Li vir jî bi dengên hemû partiyên Kurdî, yên ku kursî bi dest nexistin jî di nav de, 240 hezar deng bi dest xistin.

Ango nêzîkî 400 hezar dengderên Kurd li Kerkûkê deng nedane. Di warê bidestxistina kursiyên encûmena parêzgehê de ku berê ji 41 kursiyan, 26 endam ji Lîsteya Biratiyê bûn, vê carê Kurdan ji 16 kursiyan 7 kursî bi dest xist. Cara yekem e di hemû hilbijartinên Kerkûkê yên piştî 2003yan de, rêjeya kursiyên Kurdan dadikeve jêr nîvî û pêkhateyên Ereb û Tirkmen ji Kurdan zêdetir dibin.

Divê em vê rastiyê fêm bikin ku pêwîst e Kurd mekanîzmayeke ji ya ku heta niha li hember Kurdên Kerkûkê meşandine guncavtir bibînin. Ev beşdariya berfireh a xelkê di serjimêriyê de, divê nebe sedema xemsariyeke zêdetir û divê em wisa nefikirin ku Kurdên Kerkûkê çavên xwe ji her tiştî girtine.

Berovajî vê yekê, ev destpêka hesta xwedîderketinê ye ku Kerkûkê ber bi qonaxeke hestyartir ve dibe. Ji bo partiyên siyasî yên Kurdistanê jî destpêkek ji bo afirandina berpirsyariyeke mezintir e. Çimkî heke ev partî bi awayekî hişyartir bi Kerkûkê re tevnegerin, şêniyên Kerkûkê dê hefsarê doza xwe ji wan bistînin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst