Dîroka Herodot û neh perî

29-11-2024
Necat Zanyar
Nîşan Herodot Kurdistan Dîrok
A+ A-

Kêm kes hene, dîroka Herodot nebihîstine.

Lê dîsa kêm kes hene ku dizanin dîroka Herodot, çavkaniya herî kevn a dîroka Kurdan e.

Herodot, derdora 2500 sal berê ev berhem nivîsî û bû avakerê dîroknasiyê. Yan jî bi gotina populer, bavê dîroknasiyê.

Heger Kurd ji asîmanan daneketibin, helbet beriya hezar salan pêşiyên wan hebûn. Îro dîroknasên cîhanê bi giştî qebûl dikin ku Med, pêşiyên Kurdan bûn.

Hîstorîaya Herodot çavkaniya herî berfireh a dîroka Medan e. Jixwe berhem bi vegotinên saloxderên Aryayî dest pê dike. Ev saloxder, bêjer û rawî ne.

Kurd ji aliyê vebêj û saloxderan ve pir dewlemend in. Bîra Kurdan tim zindî ye û li ser zimanan, ji hezar salan heta roja me hatiye.

Lewma Xanî dema çîroka Mem û Zînê dinivîse vegotinên xwe gelek caran dispêre bêjeran. Wiha dibêje:

Danayê mu‘emmerê kuhensal

Evrengehe go ji bo me ehwal

Yanî zanayê pîr yê saldîtî, çîrok bi vî rengî got û li du xwe hişt.

Min berê bi navê “Çîroka Dewleta Kurdî” li derdora Dîroka Herodot, nivîsek weşandibû. Yên meraq dikin, bê Herodot bi çi rengî behsa Medan dike, dikarin wê nivîsê li ser torên dîjîtal bibînin û bixwînin.

Lê êdî berhem rêz bi rêz bi Kurdiyeke rewan li ber destê me ye.

Ev berhema zêrîn a hezar salan, cara yekem bi Kurdiya Kurmancî hat weşandin.

Gerînendeya jîr û jêhatî û şîrhelal Eslîxan Yildirimê, beriya deh salan Weşanxaneya Azad ava kiriye û weşandina berhemên bingehîn ên dîroka Kurdan, ji xwe re kiriye mebest û meqsed.

Weşanxaneya Azad heta niha pirtûkên giranbiha yên mîna Tarîxa Dewleta Kurdan, Şerefname, Kurdgalname û Mem û Zînê çap kirine.

Eslîxan xanim Dîroka Herodot ji Soranî bi Ziya Avci daye wergerandin. Wê bi xwe bi kedeke mezin werger daye ber Îngilîziya wê û bi pêşgotineke dirêj û têbiniyan dewlemend kiriye. Bi vî awayî xeyala xwe ya deh-panzdeh salan pêk aniye û Dîroka Herodot bi Kurdî diyariyî miletê Kurd kiriye.

Eslîxan xanim pêşî PDFya berhemê ji min re şand. Min digot belkî pêwîstiya min bi çapa wê nemabe.

Lê dema pirtûka çapkirî gihîşt ber destê min û min delaliya wê dît, gelek şad û bextewer bûm.

Pirtûk bi saetan ji destê min neket. Pir kêfxweş bûm ku wê ev berhema zêrîn, bi vê çapa delal pirtûkxaneya min bixemilîne.

Teqez çapa vê berhema zêrîn bi dest bixin û bi newaya hezar salan ji zarok û hevalên xwe re bixwînin.

Keda Eslîxan xanimê bêhemta ye. Di ser hemî spasî û qedirşinasiyê re ye. Bila neh perî hevrêyên wê bin.

Hûn jî ji efsûna neh pêriyan bêpar nemînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Hawkar Îbrahîm / Wêne: Rûdaw Grafîk

Jê biqerin bila zarokên me bêhna xwe vedin

Tiştê ku ez pir dilgiran kirim ew bû ku beşek ji wan zarokan, li şûna ku xweşiyê ji bêhnvedanên xwe wergirin, diyar bû ku mijûlî amadekariya ezmûnan bûn