Nêrîna ciwanan – 2023

23-07-2023
Ziryan Rojhilatî
A+ A-

Nêrînek heye ku bi merema haydarbûna ji bûyerên siberojê, ciwanan wekî "sîsmograf" dibîne. Bi kurtasî, em dikarin bi rêya genc û ciwanan bigihêjin wê encamê ka wê siberoja civakekê çawa be. Ciwanên 15 - 29 salî rêjeya ji %28ê şêniyên Herêma Kurdistanê pêk tînin, ango ciwan milyonek û 727 hezar û 903 kes in.

Ev ji bilî ku temenê ji %35ê şêniyên Herêma Kurdistanê di bin 15 saliyê de ye, ango du milyon û 159 hezar û 879 kes. Ev dîmen nîşan dide ku dînamîka niştecihên ciwan li vir, qet nebe, wê heta nêzîkî 20 salên din jî zindî bimîne.

Ji hêla aborî ve, ev tê wateya hêza kar a nû, helbet heke polîtîkayên civakî-aborî bi rengekî bin ku derfeta geşbûna wan hebe. Ji xwe ger berovajî vê yekê jî biqewime, dê pirbûna hejmara şêniyên ciwan ku bi şêweyeke xwezayî daxwaza dabeşkirina serwet û saman, derfetên kar û beşdariya siyasî dikin; dikare rewşa siyasî û civakî jî biguherîne.

Ji ber vê yekê girîng e ku meriv nêrîna ciwanan fam bike. Rapirsiya Navenda Lêkolînên Rûdawê ya bi navnîşana Nêrîna Ciwanan li Herêma Kurdistanê – 2023, ku hezîrana îsal hat kirin, îşaretên girîng di vî warî de dide me.

Çand û werçerixîna ciwanan

Li gor encamên rapirsiyê, ciwan ji aliyê aborî, civakî û tew ji aliyê ewlehiyê ve zêdetir girêdayî malbat û binemaleyan in. Ji %90.1ê ciwanan naxwazin dûrî malbatê bikevin, 52% ji wan pereyan ji malbatên xwe werdigirin û ji hêla aborî ve girêdayî malbatê ne. Ji sedî 66ê wan jî gotine ku ger rastî pirsgirêkekê werin, dê xwe biavêjin tor û bextê kesûkar, eşîr û xizmên xwe. Wekî din, tenê ji sedî 33yan gotine ku ew ê serî li saziyên fermî yên hikûmetê bidin.

Berî her tiştî, ev yek nîşan dide ku ji bo teşegirtina nêrîn û helwesta ciwanan, malbat faktoreke bibandor e. Lê pirsgirêk li vir ew e ku beşeke mezin a dê û bavên ciwanan ne xwedî asteke bilind a xwendewariyê ne.

Li gor rapirsiyê, rêjeya ji sedî 67.3yê dayikên beşdar nexwendewar in. Rêjeya ji sedî 45.8ê bavên beşdar jî nexwendewar in. Ji sedî 39.8ê wan jî hilgirên bawernameyên ji qonaxa amadeyî kêmtir in û bi tenê ji sedî 4.7ê wan xwediyên bawernameyên qonaxa amadeyî ne.

Loma dîtina ku divê ciwan jê werbigirin, dîsa ew nêrîn in ku bi awayekî kevneşopî geş bûne. Li vir, ne bi tenê têgihên wekî "mîkro-çand"a ciwanan an jî "liberxwedan"a dijî nirx û pîvanên ku di civak û sîstemê de hene, yek ji wan bi tena serê xwe nikare tevgera ciwanan rave bike. Di şûna wê de, faktorên din ên wekî bandora civak û saziyên wê, rêyeke hêsantir nîşanî me didin ku li vir jî malbat di pileya yekemîn de tê. Dîmena ku ciwan li Kurdistanê nîşan didin, hevawayê wê dîmenê ye ku bi gelemperî li Iraqê derketiye holê.

Li gor lêkolîneke FES-ê ku berfanbara 2022yan weşiya, 86% ji ciwanên Iraqê baweriya xwe bi malbatê tînin, lê rêjeya hevbeş a baweriya wan bi hikûmet, artêş û polîs %28 bû. Wer dixuye ku alozî û tevliheviyên piştî her du şerên 2003yan û şerê DAIŞê, bêîstîqrariya siyasî, aborî û ewlekarî sedemên girîng bin ku ciwan malbatê wekî yekîneya herî pêbawer a civakê bibînin.

Di rapirsiya Navenda Lêkolînên Rûdawê de, rêjeya ciwanên ku gotine baweriya wan bi azadiyên takekesî tê di asteke pir bilind de ye û rêjeya wê ji %83.9 bû. Lê ji %85.5ê wan gotine ku nabe keç an jin bi tena xwe derkevin rêwîtiyan.

Bi awayekî sereke jî wan sedema vê yekê li gor rêzbendiyê bi ol, çanda civakê û gotinên xelkê ve girêda. Rêjeyek piçûk jî bi hinceta nebûna ewlekarî û hêsankariyên guhastina giştî dijî vê yekê derketin.

Loma bi giştî du taybetmendiyên cuda li vir têne dîtin. Li hêlekê, bi îhtîmaleke mezin di bin bandora globalbûna nirxên neolîberal de, baweriya kesê ciwan bi azadiya takekesî heye. Lê li hêla din, di bin bandora kevneşopiyên civakê de, hinan ji wan red dike.

Ji ber vê yekê, wer dixuye ku nêrîna ku bawer dike di vê serdemê de "Tu êdî nikarî di çarçoveya hêleke rast de li werçerixîna ciwanan binêrî û tu pêşwext bizanî ka çi diqewime. Li şûnê, werçerixîn dikare tevlihev û neçaverêkirî be." Dibe ku ev yek ji bo Herêma Kurdistanê jî rast be.

Aborî û nebûna jinan di bazara kar de

Li gor encaman, ji bo peydakirina kar piraniya ciwanan serî li sektora taybet daye. Ciwan wekî arîşeyeke sereke li mijara karî dinêrin. Helbet sektora taybet jî nikaribû bi tevahî ji ciwanan re bibe cihê hêviyê.

Wer dixuye ku nebûna piştrastiyeke tam a têkildarî siberojê, her wiha newekheviya derfetên sektora taybet û kêmiya mûçeyan ji wan sedeman bin ku wiha kirine, hîna goşeyeke hizirkirina wan li ser damezrandina wan li sektora hikûmî be. Ji xwe ev ew cih e ku hikûmet dikare bêtir bala xwe bide ser. Pêwîst e pirs ew be ku sektora taybet çawa dikare bi awayekî wisa bê pêşxistin û birêxistinkirin ku piştrastiyê bide ciwanan?

Têkildarî wê yekê ka çima dîtina kar ji bo ciwanan pirsgirêk e, 39.9% gotine ku şert û mercên kar dijwar in, 30.5% nezanîna zimanên biyanî wekî kelema li pêşiya peydakirina kar dîtine, 23% jî nebûna ezmûnê wekî sedem nîşan dane. Her wiha, 13% jî gotine ku karînên wan ên pêwîst û hevçax ji bo karan nînin û 11.9% gotine ku kar ne li gor wan in û 13%an jî behsa wê yekê kirine ku ew nizanin li ku derê li kar bigerin.

Ev jimar nîşan didin ku mijara herî girîng li vir ew e ka meriv çawa kardarî û jêhatîbûna pîşeyî di nav ciwanan de bi pêş bixe. Bi taybetî di vê serdemê de ku AI (artificial intelligence) tê ku bi lez geş bibe û dikare bandorê li ser sûka kar pêk bîne.

Xaleke balkêş ev e: Gelo ciwanên Herêma Kurdistanê demên xwe yên vala çawa derbas dikin? Cabên ku di rapirsiyê de derketine holê, di warê aborî de, xizmeta amadekirina ciwanan ji bo bazara kar nakin.

Li ser asta Herêma Kurdistanê çûna sûkê, raketin û paşê jî seredana mizgeft û cihên olî ji wan karên herî gelemperî ne ku ciwan di hefteyekê de li Herêma Kurdistanê dikin. Ji %79.9ê ciwanan jî gotine her dema ku destê me vala dibe, em bi rêya mobaylê bi medyaya civakî dadikevin. Ha li vir pirsgirêkên pergala perwerdeyê û polîtîkayên wê yên çandî derdikevin holê.

Xaleke din jî ew e ku di warê kar de, gelek cudahî di navbera her du zayendan de hene û ev mijareke herî girîng e. Li gor encamên vê rapirsiyê, 43.9% ji ciwanan kar dikin, ji van jî %61.5 mêr in û tenê %16.1 jin in, wiha jî hebûna jin û keçan di nav hêza kar de di asteke pir nizm de ye. Ew bêhtir bi karê bêpere (unpaid work) mijûl in ku ev yek ji bo polîtîkayên pêşveçûnê keleman derdixe holê.

Ciwan û siyaset

Bi rengekî giştî daxwaza beşdariya siyasî di nav ciwanan de hinekî zêdetir bûye. Ji bo hilbijartinan jî, zêdetirî 72% dixwazin beşdarî hilbijartinana bidin eger mafê wan ê dengdanê hebe. Ev rêje di ser rêjeya giştî ya beşdarbûna xelkê di hilbijartina dawî ya Parlamentoya Kurdistanê de bû ku %59 bû. Her wiha, nêzîkî ji %30î jî ji rêjeya giştî ya beşdarbûna xelkê di hilbijartina sala 2021ê ya Parlamentoya Iraqê de zêdetir e.

Kêmiya rêjeya gelemperî ya beşdarbûna xelkê di hilbijartinan de, her wiha bilindbûna hejmara ciwanan li Herêma Kurdistanê dihêle ku rola wan di hilbijartinên bê yên Herêma Kurdistanê de yekalîker be.

Li gor encamên rapirsiyê, ji tomeriya wan 1 milyon û 727 hezar û 903 kesên ciwan ku hene, 466533 kes ji wan naxwazin tev li dengdanê bibin ku dike dor ji %27. 1 milyon û 244 û 90 kes jî gotine ku heke mafê wan hebe dê deng bidin ku ew jî dike ji %72. Ji %33yê wê ji %72yê ku ji dengdanê hez dikin, nexwestine dengên xwe eşkere bikin. Ev jî dike zêdetirî 410549 kesan.

Kesên ku gotine deng nadin, nebûna baweriya bi partiyên siyasî, nebûna atmosfera azad a hilbijartinê û nebûna berbijêrên guncav wekî sedem nîşan dane. Bê guman, egera guhartina van jî heya kêliyên dawî yên hilbijartinê li holê ye.

Loma, rêjeya ku dibêje em dengê xwe nadin û yên ku dengê xwe eşkere nakin jî, bi hev re dikarin faktorên suprîzê bin di hilbijartinên bê de.

Dûmahîk

Li gor encamên rapirsiya Nêrîna Ciwanan – 2023, ku tê de hevdîtinên rasterast ligel 1122 kesan li seranserê Herêma Kurdistanê hatine kirin, em dikarin bigihên encama ku bêaramiya aborî û girêdana aborî bi malbatê ve di nav ciwanan de di asteke bilind de ye. Nêrîna ciwanan bo mijarên civakî, bi sedema pabendiya zêde bi malbatê ve û kêmiya hejmara dost û hevalan xwedî xisleteke muhafezekar e.

Çalakiyên ku ciwan her hefte bi malbat û hevalên xwe re dikin, hewcedarî hûrbûna zêdetir û siyaseta dorfireh a civakî-aborî ye ku nav di ciwanan bide berê xwe bidin mijarên têkildarî tendirustî, aborî û geşedana karîna xwe, lê ne ku ku bi tenê bi hin kirdarên rojane ve sînordar bin.

*Ziryan Rojhilatî, Rêveberê Navenda Lêkolînên Rûdawê ye. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst