Almanya xwe ji xwe diparêze!

21-05-2024
Ala Şalî
Ala Şalî
Nîşan Almanya Herêma Kurdistanê Xweparastin
A+ A-

Kurd dibêjin "Xweparastin çareseriya herî qenc e." Ev ji bo mirovan çiqasî rast e, ewqasî ji bo sazî û dewletan jî rast e.

Wekî mînak, welatekî demokratîk ê fena Almanyayê van rojan xwe çiqasî ji bo xweparastina ji şerekî çaverêkirî yê bi Rûsyayê re amade dike, ewqasî jî li hundir xwe ji xwe diparêze! Dibe ku hûn şaş bimînin û bibêjin: Ev çawa dibe? Ger hûn bersivê dixwazin, ji kerema xwe xwendina vê nivîsê berdewam bikin.

Piştî nemana rejîma Naziyan a li Almanyayê, Komara Federal a Almanyayê bi hin mekanîzmayên aloz hat damezirandin ku wan wer kir dîktator careke din durist nebe. Wisa jî bê kirin, divê hemû biryarên girîng bi hevdengî û beşdariya hemûyan bên dayîn. Wekî din jî rê neyê dayîn ku qet nijadpersetî û tundrewî careke din li Almanyayê xurt bibin.

Yek ji mekanîzmayên ku pêşî li xurtbûna tundrewiyê digire hebûna saziyeke sîxuriyê ya navxweyî ye ku karê wê ew e ku çavdêriya wan kes û saziyan bike ku yan tundrew in an jî ber bi tundrewiyê ve diçin. Navê wê saziyê Daîreya Federal a Parastina Destûrê ye û ti desthilateke wê ya bicianînê nîne.

Lê dikare zanyarî û şirovekirina xwe ya zanyariyan bide Wezareta Navxwe ya Federal lê li ser bingeha van agahiyan û raporeke salane ya daîreyê, Hikûmeta Almanyayê dikare bi awayên cuda cuda "metirsiyên li ser destûrê" ji holê rake.

Yek ji aliyên ku ketin bin çavdêriya tund a wê daîreyê de, partiyeke siyasî ya Almanyayê ye ku bi salan e nûnerên wê di parlamentoya federal û parlamentoyên herêman de jî hene. Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê (AFD) ji aliyê Daîreya Parastina Destûrê ve wekî partiyeke gumanbara rastgiriya tundrew hatibû pênasekirin.

Ev yek rê li ber Wezareta Karên Hundir vedike ku qedexekirina wê partiyê lêkolîn bike. Ji hêla xwe ve, Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê (AFD) doz li ser daîreyê vekiribû lê van rojan dadgeheke Almanyayê biryar da ku nirxandina daîreyê rast bû.

Di encamê de, gengeşeya girtin an negirtina Partiya AFDyê di nav raya giştî ya Almanyayê de germ bû.

Ya ku ji bo min balkêş e û ji bo Herêma Kurdistanê jî îbretekê li xwe digire, yek tişt e: Di demokrasiyên tekûz ên nola Almanyayê de jî partiyeke siyasî dikare were qedexekirin lê ev yek ne wekî cezayê qanûnî yan rikberiya li ser desthilatê tê kirin.

Ango dadgeheke federal li Almanyayê nîne ku hin aliyên bihêz û kartêker biryaran li dijî hevrikên xwe pê bidin derxistin.

Herwisa li Almanyayê, saziyeke îstixbarata navxweyî jî nîne ku hevrikên siyasî yên hin partî û serkirdeyan ji holê rake, sûcan li dijî wan vehûne û wan li ser torên civakî rûreş û şermezar bike.

Ya ku heye saziyên destûrî ne ku hemû bi mekanîzmayên aloz çavdêriya hevûdin dikin û delameta wan a dawî ew e ku wer bikin ku Almanya xwe ji xwe biparêze!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst