Guharên mêrên Kurd

24-04-2025
Necat Zanyar
Nîşan Guhar Dîroka Kurdan Şerefname Mem û Zîn
A+ A-

Kurd, parzemîneke nekeşifkirî ne. Mirov çiqas lê digere, rastî ecêbên nû tê. Carinan jî mîna masiyê bi deryayê nizane, gelek tişt di jiyana me de ne lê haya me ji wan tune ye. Mirov encex bi baldariyeke taybet lê hay dibe.

Demek berê di civatekê de Kurdekî navsere di heqê Kurdan de gotinên eletewş dikirin. Dema min pirsî “Tu ji kur dizanî?” got: “Ez Kurd im, helbet miletê xwe nas dikim!”

Gelek caran ya mirovan dixapîne ev e. Min jê re got, “Laşê te jî yê te ye, lê tu nas nakî. Weke doktorekî nikarî nas bikî.”

Lê na! Ev nivîs wê babeteke giran û kûr nede ber xwe! Em dê behsa guharên mêrên Kurd bikin.

Îro guhar wek xişr û aksesûara jinan tê zanîn. Heta gelek caran bi çavekî ne baş li mêrên bi guhar tê nihêrtin. Lê mijara guhar, zanîneke xweş bi guhê me vedike: Dîroka mirovahiyê ne ji do û îro, ji deh hezar salan pêk tê. Mirov jî ne ez û tu, bi milyaran cudahî ne. Rol û kevneşopiyên mirovan diguherin. Her wiha nasnameyên bingehîn yên wek jinîtî û mêrîtiyê jî.

Dewsa guharê herî kevn li Alpên Îtalyayê ye. Di guhê mûmyayê bi navê Otzî de guhar heye. Pênc hezar û sêsed sal berê ye. Fîravûnê Misrê Tûtankhamûn, sê hezar sal beriya îro jiyaye. Ji bermayiyên gora wî diyar e guhar di guhê wî de ye. Di çanda Babîlî û Asyayiyan de jî guhar ne wekç xişrekî jinan, wekî yê mêran derdikeve hemberî me. Mêrên Persiyan, Romayiyan û Yûnaniyan jî guhar bi guhê xwe vekirine.

Li Ewropayê di Serdema Navîn de li guharan zêde nayê rast hatin. Piştî sedsala 15an, bi Ronesansê re, guhar bûye moda. Di sedsala 17an de bûye kult û perestîja nexş û nîgaran. Resamê Holandî Johannes Vermeer tabloya xwe ya navdar “Keça guhar dur” çêkiriye û xwestiye jineke ciwan ku ne ji arîstokrasiyê ye bike xwedî statû.

Guhar bi gelek wateyên cuda hatine bikaranîn. Di serdema keşfên coxrafyayî de hinek deryageran wekî nîşaneya derbaskirina Ekvatorê guhar xistine guhê xwe. Bektaşiyan wekî nîşaneya teslîmiyetê, guhar bi guhê xwe yê rastê vekirine. Derwêşên Qelenderî û Heyderî guharên bi navê “mengûş” bi guhê xwe vekirine.

Mem û Zîn ku wekî atlaseke folklora Kurdî ye di hinek risteyan de behsa guharan dike lê ne bi taybet ji bo mêran: “Serxweş ke li gerdenê guharan / Sersem ke cunûn û dîn û haran.”

Ev tev li aliyekî, Kurdên ku îro wekç civakeke mihafezekar têne dîtin, bi guharên xwe têne zanîn. Mirov çiqas lê dikole ferq dike ku ev “mihafezekarî” tenê xweziyek e. Xweziya serdestan! Guhar jî yek ji eşkerevanên vê “xwezî”yê ye.

Li gor tê zanîn, di sedsalên borî de, mîrên Kurd şervan û lehengên xwe ji ber serkeftinên wan bi guhar xelat dikirin. Rutbeya herî bilind ya guharzêrînan bû. Hinek lehengan guharên duyem jî bi dest dixistin û di herdu guhê wan de guhar hebûn.

Di hinek rolyefên Mediyan de, di guhê mêran de wekî helqeyên mezin, guhar hene. Wek dîmen cara pêşî, bi van rolyefan, em li guharên mêrên Kurd rast tên.

Lê dîmenên piştî wê jî vê rewşê piştrast dikin. Di sedsala 16an de Şerefxanê Bedlîsî dîroka Kurdan bi navê Şerefname nivîsî û tê de cih da 20 tabloyên nexş û nîgaran.

Ji ber di zaroktiya xwe de perwerdehiya wêneçêkirinê dîtiye, diyar e wênesazê van mînyatûran Şerefxan bi xwe ye.

Di van tabloyan de “Dîmenek ji nêçîra li Hekariyê”, “Dagirkirina Kela Dizê”, “Dibistaneke nexweşxaneyê û bijîşkiyê li Amêdiyê”, “Cizîra Botan û Mem û Zîn”, “Meclisa Mîrê Botan”, “Kela Heskîfê”, “Avahîsazî li Hîzanê”, “Dorpêça Kela Bedlîsê ji aliyê Akkoyuniyan”, “Meclisa Şerefxanê Bedlîsî” û çend babetên din hene.

Di van tabloyan de mirov, sirûşt, dever û ajal hatine resimandin. Her wiha Tirkên Osmanî, Ewropî û Persî jî di tabloyan de hene.

Ev tablo ji aliyê çanda Kurdan û gelên din ve gelek paceyan li ber me vedikin. Ji van tabloyan diyar e, mêrên Kurd bi guhar in lê yên gelên din bê guhar in.

Ev jî destnîşan dike ku di wan sedsalan de guhar taybetmendiyeke mêrên Kurd e. Jixwe Ewliya Çelebî di sedsala 17an de li Mîrektiya Hekariyê geriyaye û wiha behsa mêrên Hekariyê kiriye: “Pirên mêrên Hekariyê guhar bi guhê xwe vedikin.”

Rojhilatnasê Ingilîz James Silk Buckingham di sala 1816an de li hinek bajarên Kurdistanê yên wekî Riha, Amed, Mêrdîn û Mûsilê geriyaye û di gernameya xwe de li ser civaka Mêrdînê wiha nivîsiye: “Hinek jin xizme dixin pozê xwe, hemî mêrên ciwan jî guhar bi guhê xwe vedikin, bi taybet guhê rastê.”

Evdireqîb Yûsif di pirtûka xwe ya bi navê “Hunerê Tabloyên Şerefnamê” de bi dû guharên mêrên Kurd ketiye û di sala 1991ê de ji gelek pîremêrên Kurd, ku temenê wan li ser 80 û 90 salî ye, ev mijar pirsiye. Wan pîremêran gotine, mêrên Kurd berê guharên ji zîv û zêr bi guhê xwe vedikirin. Hinekan behsa guharên bi morîk kiriye, hinekan gotiye kurên tenê yên malbatên dewlemend heta zewacê guhar bi guhê xwe vedikirin, piştî dizewicîn derdixistin. Hinekan jî gotiye ji bo zarokên kur ji aliyê cinan ve neyên revandin û guhertin, guhar bi guhê wan vedikirin.

Li bakurê Kurdistanê, li herêma Botan, heta salên dawî kevneşopiya guharan domiyaye. Gelek kesên temenê wan di ser 50 salî re ye, behsa guharên xwe yên zaroktî û ciwaniyê dikin.

Diyar e kevneşopiya guharên mêrên Kurd her çi qasî gelek kêm bûbe jî neqediyaye û kî dizane, belkî siberojê weke modayekê dîsa li Kurdan vegere!

Çiqas bend û asteng hebin jî berê jiyanê her li guherîn û veguherînê ye. Tevn û tabûyên heyî, ne heta û heta ne.

Nekin girar di zikê xwe de, bikin guhar di guhê xwe de.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst