Bêkarî nola projeyeke siyasî

18-11-2023
Arif Qurbanî
A+ A-

Di nav hemû pergalên siyasî yên cîhanê de, xaleke hevpar heye ku wan bi hev ve girê dide, ew jî kontrolkirina civakê ye. Armanca hemû desthilatan ji rejîmên herî demokratîk bigire heta rejîmên totalîter û dîktator, ew e ku civakê kontrol bikin.

Cudahiya wan di mekanîzmayên gihîştina vê armancê de ye. Hinek bi rêya çespandina wê bi wekhevî û dadmendiya civakî ji bo wê dixebitin. Hinek bi rêya darê zorê û kotekiya qanûnê, hinek bi stemkarî û zordariyê, hinek bi rêya refah û dabînkirina hewcedarî û daxwazên welatiyan, bi saziyên destûrî û demokratîk.

Lê ya ku Îraqê ji hemû cîhanê cuda dike û wê bi ti yekê ji modelên ku li cîhanê têne meşandin ve girê nade, ew e ku Îraq dixwaze bi rêya bêkarkirin û hejarkirina xelkê wan kontrol bike. Bi taybetî jî beşên civakê yên ku ji bo monopoliyê hatine destnîşankirin. Berevajî pend û gotinên pêşiyan ku dibêjin birçîbûn merivan har dike, Îraqê birçîbûn kiriye amûra kedîkirin û kontrolkirina merivan.

Îraq yekane dewlet e li cîhanê ku li şûna ku firsend û derfetên kar ji welatiyên xwe re peyda bike, bêkarîyê wekî projeyeke siyasî bi kar tîne da ku welatiyên wê seba jiyanê bi neçarî bibin beşek ji stratejiya dewletê.

Psîkologekî Amerîkî yê bi navê Abraham Maslow heye ku di nîveka çaryeka sêyemîn a sedsala 20an de jiya (sala 1970ê mir). Maslow teoriyek bi navê Pîramîda Bermeqlûb afirand. Berevajî teoriyên derûnzanên berî xwe, vî zanayî pêdiviyên mirovan bi rengekî din rêzbend kir.

Bi baweriya wî, mirov berî ku li aramî û ewlehiyê bigere yan jî wekî ku dihat gotin ku mirov bûnewerekî civakî ye û têkiliyên civakî û hestyarî bingeha jiyana mirov in, vî zanayî pêdiviyên mirovî yên pêşîn û herî sereke wekî hewcedariyên fîzyolojîk hesiband û bi zindîmana nijada mirovan ve girê da.

Wî av, hewa, xwarin û xew kirin bingeh. Wer dixuye ku desthilatdarên niha yên Îraqê ji bo sepandina desthilata Şîî li ser navçeyên ne Şîî vê teoriya Maslowî didin meşandin.

Ti sir û razek tê de nemaye ku Îraqa nû ku qerar bû Îraqa hevgirtî û hevpar a hemû pêkhateyan be, zûtirkê rêya xwe guhert û bû beşek ji stratejiya Şîeyan ne tenê li Îraqê lê li navçeyê jî. Dîroka bûyerên 20 salên borî li Îraqê jî ji me re piştrast dike ku heke ez nebêjim hemû, lê qet nebe piraniya biryar û reftarên birêvebirina dewletê di xizmeta wê stratejiya Şîeyan a deverê de ye.

Eşkere û darîçav e ku piştî zeftkirina hemû deverên Şîeyan, bi giranî berî dan navçeyên Sinî yên Îraqê, (Anîn û bipeyketina DAIŞê) wekî pêvajoyeke temamker a wê armanca stratejîk a dewletê, navçeyên Sinî bi tevahî xist jêr rikêba hêz û komikên çekdar ên Şîeyan. Bi meşandina siyaseta bêkarkirin û hejarkirina şêniyên wan, ev çend sal in Şîî bi destdanîna li ser tevahiya navçeyên Sineyan daketine.

Ez dixwazim li vir balê bibim ser parêzgeheke wekî Nînowayê. Li gorî hemî tomarên dîrokî, di sedsalên pazdeh û şazdehan de, di navbera Diyarbekir (Amed), Bexda, Şam û Welatê Farisê de, navendeke bazirganiyê ya girîng bû.

Ber û berhemên çandiniyê, pembo, hirî û çerm ji Nînowayê hinardeyî Ewropa û Hindistanê dihatin kirin. Ji wê demê ve, heta anîna DAIŞê bo Mûsilê, ev parêzgeh xwedî pêgeheke aborî ya xurt û xwedî bi sedan karxane û kargehên mezin bû. Yek ji zengîntirîn bajarên Îraq û deverê bû. Niştecihên wê jî ne tenê ne hejar û ne bêkar bûn, li şûnê sermayedarên herî mezin ên tevahiya Îraqê şêniyên Nînowayê bûn û derfetên kar ji bo bi sed hezaran karkerên ji derveyî Nînowayê re jî peyda kiribûn.

Lê aniha, li gor rapora UNAMIyê, Wezareta Plandanînê ya Îraqê û Banka Navendî ya Îraqê, Nînowa yek ji parêzgehên herî hejar ên Îraqê ye û rêjeya bêkarî û xizaniyê li wir gihîştiye nêzî nîvê şêniyên wê. Ji ber ku ev bajar di xeleka monopoliyê de hatiye danîn, bi qestî hatiye wêrankirin û bi qestî jî şêniyên wî tên bêkarkirin û hejarkirin; bi ser de jî, tiştê ku vêga li Parêzgeha Nînowayê tê kirin wekî serwindakirin, gelqirî û kuştinê, berê di dîroka vê parêzgehê de qet çênebûye.

Tişta ku îro li Xezeyê diqewime, jê xerabtir hate serê bajarê Mûsilê. Tewra heya niha jî her roj termên jin û zarokan ji bin kavil û xirbeyên xaniyên hilweşiyayî yên Mûsilê tên derxistin. Armanc jî ev e: Hêsantirbûna pêvajoya guhertina demografîk!

Guman qet tê de tune ye ku Kurd wekî armanca duyem a Şîeyan, bi heman awayê Nînowayê yan bi her rê û awayekî din be, di nav xeleka monopoliyê de hatine bicihkirin. Xasma li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji Mendelî heta Şingalê, bi awayekî tund kar li ser tê kirin.

Pêşîlêgirtina cotkarên Kurd li wê hêla cografî ji bikaranîna erd û zeviyên xwe, pêngava yekem a bêkarkirina xelkê ye. Bêkarî hejariyê, hejarî jî dûvelankiyê bi xwe re tîne.

Her wiha tiştê ku biryar e meha bê li hember xwediyên hewzên xwedîkirina masiyan li Daqûqê were kirin, beşeke din a vê ajendayê ji bo Kerkûkê ye. Wekî ku di raporên medyayî de tê qalkirin, ji bilî ziyanên aborî ku bi sedan milyon dolar tên texmînkirin, herî kêm nêzî 70 hezar kesî jî dê di vê pêvajoyê de bêkar bimînin.

Divê em fêm bikin ku ev pêvajoya bêkarkirinê ji navçeyên Parêzgeha Nînowayê heta Parêzgeha Kerkûkê belav dibe, paşê jî berî dide erdnîgariya herêmê. Ji ber ku projeya siyasî ya dewletê ye ji bo armanceke stratejîk ku ew jî proseya Şîekirina hemî Îraqê ye.

Tişta ku vêga li hember Herêma Kurdistanê jî tê kirin, ango pêşîlêgirtina ku ew bi xwe bikare nefta xwe bifiroşe heta hemî çavkaniyên dahata xwe bi Bexdayê ve girê nede û Bexda jî di dawiyê de nan wekî amûreke taktîkî ji bo armanceke stratejîk dijî gelê Kurdistanê bi kar tîne.

Berî ku rewş bigihêje rojên ku bajarên herêmê jî bi derdê Mûsilê bikevin û bêkarî û hejarî wekî du alavên siyasî bibin amûrên zextê li ser gelê Kurdistanê, divê aqilmendên Kurd li çareyeke pêşwext bigerin, çimkî wekî dibêjin piştî ku hasil bigihe Mûsil, her hewldaneke piştî wan heyaman dê pûç û bê havil be!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst