Bila çavekî we li ser Şingalê û yek li ser Helebceyê be!

18-06-2024
Arif Qurbanî
Nîşan Şingal Helebce Kurdên Êzidî Lîstik Proje
A+ A-

Di çend rojên borî de medyayê ev nûçe weşandin: Ji aliyekî ve fraksyona Nifşê Nû îmzayên 45 parlamenteran berhev kirin û ji bo kîmyabarana Helebceyê wekî komkujiyê were naskirin projeyasayek pêşkêşî Parlamentoya Îraqê kir.

Nûçeya duyem jî ew e ku 182 parlamenteran li ser pêşniyarqanûnekê îmze kiriye ku Êzidî wekî netewe bên nasîn û ji Parlamentoya Îraqê jî xwestiye ku vê pêşniyarqanûnê têxe bernameya kar a civîna bê ya parlamentoyê.

Ajendayên li pişt van her du projeyasayan dûrî hev û cuda ne û ne li cih e ku bi hev ve bên girêdan. Projeya Nifşê Nû encama berpirsiyarî û dilsoziya wan a ji bo gelê Kurdistanê ye û pêşniyaryasaya neteweya Êzidî jî ji hêla ajendayeke xofdar a dijî Kurdan ve tê meşandin. Lê ji ber ku her du hevdem in û pêşkêşî heman saziyê hatine kirin, ez bê gav mam ku dabaşa wan bi hev re bikim.

Projeyasaya Nifşê Nû wekî ku 3yê Hezîrana 2024an li ser ekrana NRTyê hat weşandin, çar madeyan li xwe digire. Madeya yekem daxwaz dike ku Parlamentoya Îraqê kîmyabarana Helebceyê wekî komkujiyê nas bike.

Di madeya duyem de tê gotin ku divê her sal roja 16ê Adarê ji bo bîranîna qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê were terxandin. Wan di madeya sêyem de daxwaz ji Wezareta Perwerdeyê û dezgehên pêwendîdar kiriye ku dîrok û bandora kîmyabarana Helebceyê têxin bernameyên xwendinê.

Di madeya 4an de jî pêşniyar kiriye ku divê hikûmeta Îraqê bi rêya dîplomasî û kombendên navdewletî bang li civaka navdewletî bike ku li tevahiya cîhanê kîmyabarana Helebceyê wekî “jenosîd/komkujî” bide nasîn.

A ku li vir balkêş e û divê li ber çav bê girtin ew e ku divê Nifşê Nû projeyasaya xwe tavilê bikişîne û madeya wê ya yekem jê rake. Ev jî ji ber du sedeman. Ya yekem ji ber ku piştî ku Dadgeha Cezayên Giran a Îraqê, 28ê Sibata 2010an kîmyabarana Helebceyê wek tawaneke komkujiyê nas kir.

Paşê jî Parlamentoya Îraqê 17ê Adara 2011an di civîna xwe ya asayî ya bi hejmara 44an de, bi biryara bi hejmara 12an tawana kîmyabarana Helebceyê wekî komkujiyê da nasîn, loma ne hewce ye ku tevgera Nifşê Nû vê daxwaza xwe careke din derpêş bike.

Duyem, ji ber ku nexşeya siyasî ya Parlamentoya Îraqê niha kalîteya wê, ajanda û wijdanê endamên wê li gorî gerên berê di asteke herî xirab de ye, loma îhtimaleke mezin heye ku parlamentoya niha ne amade be deng bide ku kîmyabarana Helebceyê wekî komkujiyê were naskirin.

Ew ne amade ne Helebceyê wekî parêzgehê nas biin lê li Herêma Kurdistanê parlamento, hikûmet û serokatiya herêmê hemû rêkarên yasayî ji bo ku Helebce bibe parêzgeh bi cih anîne. Encumena Wezîran a Îraqê jî biryar li ser daye lê ev salek e Parlamentoya Îraqê çarenûsa wê biryarê ji destekî dide destekî din û her bi derengî dixe.

Biryareke wekî rûtîneke kargerî ya nasandina Helebceyê wekî parêzgehekê bi hêsanî li Parlamentoya Îraqê derbas nebe, ne rewa ye ku mijareke çarenivîssaz a wekî nasandina jenosîdê radestî vê parlamentoya niha bê kirin çimkî ger meriv hejmara îmzeyên ku ji bo van her du projeyasayan hatine berhevkirin bide ber hev, dê metirsiya vê parlamentoyê fêm bike.

Di demekê de ku fraksyona Nifşê Nû wekî fraksyoneke çalak a parlamentoyê û bi têkiliyeke berfireh û li ser mijareke wijdanî, exlaqî, yasayî û destûrî ya wekî naskirina kîmyabarana Helebceyê wekî jenosîdê, îmzeyên 45 parlamenteran ji bo yasayê kom kirin lê ji bo mijara cudakirina Êzidiyan ji resentiya wan a neteweyî û projeya jikurdîxistina wan, parlamenterekî tenê karîbû îmzeyên 182 parlamenteran kom bike!

Herwisa ezmûneke berê li Dadgeha Federal heye ku Hezîrana 2014an biryar da ku gera li neftê û derxistin û firotina petrola Herêma Kurdistanê qanûnî û destûrî ye, di gera piştre ya Dadgeha Federal Sibata 2022yan di biryarekê de, tevahiya proseya petrolê ya herêmê nedestûrî li qelemê da.

Loma divê ev metirsî li ber çav bê girtin: Heke mijareke wiha giring li ber dest û wijdanê van parlamentnerên niha bê danîn, ne dûr e ku ziyanê bigihînin Kurdan û doza Helebceyê. Loma pêşniyara min ji Nifş+r Nû re ev e: Projeyasaya xwe zûtirkê bikişînin û destwerdanê di benda wê yekem de bikin. Li şûna ku hûn ji parlementoya niha ya Îraqê bixwazin ku sûcê kîmyabarana Helebceyê wekî jenosîd nas bike ku berî 13 salan ev yek kiriye, benda qerebûkirina xizmên qurbaniyên komkujiyê têxin dewsa benda yekem ku li gorî destûr û hemî yasa û zagonan, mafê qurbaniyan ê qerebûkirinê heye. Ji bo vê û her sê bendên din ên projeya wan a pêşniyarkirî, divê parlamenterên fraksyonên Kurdî yên din jî piştevaniya pêşniyara Nifşê Nû bikin û hewl bidin bi ser bikeve, herçend zehmet e ku projeyeke ji bo Kurdan wiha giring li Îraqa niha bi ser bikeve.

Têkildarî pêşniyaryasaya neteweya Êzidî ku di koka xwe de ne ji bo dayîn lê ji bo standina resentiya neteweya Êzidî ye, divê gelê Kurdistanê pir bi tundî li dijî vê yekê derkeve. Ji ber ku ev komployek e li dijî dîrok û nasnameya gelê Kurd.

Êzidî Kurdên resen in û yek ji pêkhateyên mezin û giring ên gelê Kurd in ku wan heya vêga ola xwe parastiye, çawa ku Kurdên Kakeyî karîbûn nasnameya xwe ya olî biparêzin.

Di rabirdûya nêzîk û dûr de gelek carên din û gelek kesên din hewl daye dîroka resentiya Êzidiyan ji Kurdan cuda bikin lê her carê serê wan li teht û zinarên çiyayê Şingalê ketiye. Her li wê Bexdaya paytext neteweperest û tundrewên Îslamiyên Ereb ên şovenîst ji bo çêkirina fitneyan û derxistina aloziyan li navbera Kurd û Şîeyan, bi dehan salan radigihandin ku Êzidî neviyên Yezîdê lawê Muawiye ne.

Çend kesayetên pêkhateya Êzidî jî kaşî nav vê hizirê kiribûn ku dîroka Êzidiyan vegerînin ser miletê Ereb lê çimkî dîroka çend hezar salî ya Êzidiyan wekî stêrkekê li esmanê Kurdistanê dibiriqe, di vê yekê de bi ser neketin.

Her çend ev hewldana niha ya jikurdîxistina Êzidiyan, projeyek e ku mirî tê dinyayê lê ji ber ku bi navtêdana karakterekî Êzidî û di saziyeke girîng a wekî parlamentoyê de kar li ser tê kirin, divê Kurd bi qasî tundiya komployê bi xwe li dijî wê tund şer bikin.

Pêşî divê navê kesên ku ev proje îmze kiriye ji raya giştî re, bi taybetî ji gelê Kurd re were eşkerekirin da ku zelal bibe ka kî li pişt vî karê dijmindar ê li dijî gelê Kurd e. Ev erkê her medyayeke Kurdî ye ku xwe wekî medyayeke niştimanî pênase dike.

Divê gelê Kurdistanê vê yekê fêm bike: Ev destpêkeke metirsîdar û ajendayek ji bo parçekirin û jihevxistina pêkhateya neteweyî ya miletê Kurd e. Sibe wê li nav Feylî, Kakeyî, Lorî, Hewramî û Zazayan jî belav bibe û îhtimal heye ku di nav eşîran de jî belav bibe.

Ji ber ku vêga serokatiya parlamentoyê di destê du kesên Kurd de ye (Muhsin Mendelawî û Şaxewan Ebdulah) û ji ber ku di destûrê de bi zelalî hatiye gotin ku Êzidî pêkhateyeke Kurd e û bi ola xwe ji Îslamê cihê ye, divê serokatiya parlamentoyê îmzeya wan parlamenteran nola projeyeke li dijî destûrê li qelemê bide.

Herwekî pêwîst e jî ku ev projeya xofdar a Bexdayê ji bo desthilatdarên Herêma Kurdistanê jî bibe zengilê şiyarkirinê, nav di navendên desthilata herêmê de bide ku Êzidî neyên paşguhxistin û di navendên desthilat û Parlamentoya Kurdistanê de wekî pêkhateyeke girîng a Kurd û Kurdistanê cihê layiqî wan bi wan bê dayîn.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst