Mûşeka Sedr a balîstîk û posta serokkomar!

16-07-2022
Adil Baxewan
A+ A-

Hefteya borî ji bo Iraqiyan bi bûyerên girîng tijî bû û hefteya bê jî, xasma piştî Cejna Qurbanê, em dikarin li hêviya çend qurbaniyên siyasî yên zêdetir bin. Her ji twita semaheta Seyd Muqteda Sedr li ser serokkomar bigire heta girîmaneya vegera Nûrî Malikî ku ez wî mîna peyayê bulldozerê Iraqê bi nav dikim.

Bûyer me neçar dikin ku em çend pirsên girîng gotûbêj bikin, wek: Gelo Iraqa piştî twita semaheta Seyd, Iraqa berî twitê ye? Dê ev twit çiqas bandorê li ser paşeroja mijara namzetan bike? Dê Kurd çawa bi derencamên vê twitê re tev bigerin?

Paşê, heke em hinekî dorfirehtir bihizirin, em ê bibînin ku agirê mezin di maleke din de ye ku ji mala kurdan berfirehtir û xofdartir e: Mala şîeyan. Piştî vekişîna Sedr ji parlamentoyê, êdî bloka Çarçoveya Hemahengiyê tazî derdikeve ber rokê û ew hemû derz û qelşên ku di bedena wê ya siyasî de hene, bi zelalî têne dîtin. Gelo dê bijareya serokê hikûmetê bloka Çarçoveya Hemahengiyê hilweşîne yan na?

Dûre, lêvegera Necef û Komara Îslamî ya Îranê dê heya kengê û heta çi radeyê bi vî awayê vêga tev bigerin: Lêveger bêdeng e û Îran jî qet lezê nake!

Di dawiyê de jî, civaka navdewletî, rast e mijûlî şerê Ukraynayê ye, lê her çavekê wê li ser Iraqê ye û li pişt perdeyan tevgereke dîplomatîk heye û bi berdewamî zengilên telefonan têne lêxistin: Civaka navdewletî dikare çi bike?

Ji tomeriya van mijarên girîng ên hefteya borî, em ê di vê gotara kurt de tenê li ser mijara yekem bisekinin û em ê di hefteya bê de vegerin ser babetên din. Rast e posta Serokê Civata Wezîran girêka kor a herî mezin e, lê ev jî rast e ku bêyî serokkomarekê li Qesra Selamê, tu aktorek di aliyê qanûnî de nikare bibe Serokê Civata Wezîran. Ji ber vê yekê, berî her tiştî divê Iraqî namzetê posta serokkomar beralî bikin û di dawî de kesekê bişînin ser kursiyê protokolî yê qesrê.

Pêşî twit bû!

Berî twita cenabê Sedr, rûbera tevgera namzetên posta serokkomar heta asteke pir bilind aram bû. Her du berbijêrên sereke mijûlî danîna stratejiya çawaniya îdarekirina têkiliyên hêzê bûn û kartên xwe yên guvaş û zextê rêk dixistin.

Piştî vekişîna Sedriyan ji parlementoyê û bihêzbûna bloka Çarçoveya Hemahengiyê, hemû nîşanan amaje bi wê yekê didan ku şensê mana kandîdê YNKê li Koşka Selamê bihêztir e. Lê dema ku twita cenabê Sedr mîna roketa balîstîk a zîrek bi ser Koşa Selamê de dibare, êdî berjewendî, norm, rêkxistin û girewên lîstikê diguherin.

Piştî çend saetan ji axaftina min a vê hefteyê bi aktorên sereke yên li meydanê re, dûrî her pîvaneke hestyarî û tam objektîf, ez dikarim bibêjim ku du girîmane û texmînên sereke li holê ne.

Girîmaneya yekem: Berbijêrê PDKê ber bi Qesra Selamê ve!

Di heyama 8 mehên borî de, bloka Çarçoveya Hemahengiyê hergav bloka "Teyar"ê bi wê yekê tohmetbar dikir ku li pişt perdeyan mijûlî asayîkirina peywendiyên Iraqê ligel Îsraîlê ye. Ji bo rawestandin û dûrxistina vê çîrokê, bloka "Teyar"ê proje-yasaya qedexekirina asayîkirina peywendiyan bi Îsraîlê re pêşkêşî parlamentoyê kir û deng li ser hate dan, lê serokkomar li ser îmze nekir. Lewra Sedr êrîşeke kesnedîtî li ser serokkomar kir û ew bi alîgirîkirina normalkirina peywendiyên di navbera Iraq û Îsraîlê de tawanbar kir.

Di girîmaneya yekem de û li gor pergaleke rasyonel, mimkûn e ku ew 15 hêzên di Çarçoveya Hemahengiyê de ku xwe wek dijberên Îsraîlê bi nav dikin û ji bo beşeke girîng ji wan dijatiya Îsraîlê maneyê dide hebûna wan, pişta xwe bidin namzetê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û rê nedin ku ev mûşeka balîstîk a Sedr lîstikgehê bi ser wan de hilweşîne.

Ji ber vê yekê, ji bo dorpêçkirin û paşê pûçkirina bombeya Sedr, dengê xwe bidin namzetê hevalbendê Sedr ango PDKê. Di rewşeke wiha de, Hewlêrê razî dikin û Henaneyê jî bêdeng dikin. Eniya pragmatîk û rasyonel a di Çarçoveya Hemahengiyê de de dikare bi vî rengî bi twitê re tevbigere.

Girîmaneya duyem: Berbijêrê YNKê dê li qesrê bimîne

15 hêzên di Çarçoveya Hemahengiyê de hişyar in ku di nêv şert û mercên birêvebirina peywendiyên hêzê de, nemaze niha û li vir ku Sedr ji parlamentoyê vekişiyaye û gog di lîstikgeha Çarçoveya Hemahengiyê de ye, divê bi her hawî rê nedin ew li derveyî lîstikê be û di heman demê de birêve jî bibe.

Berevajî vê, bi qasî ku ez dizanim, beşeke girîng a Çarçoveya Hemahengiyê, nexasim aktorên wan ên herî radîkal, di wê baweriyê de ne ku vêga dem hatiye ku Sedr bi tevahî were lawazkirin, vegere qalibê xwe û ˈmîzdankaˈ wî were teqandin.

Lewra, divê niha ji berê zêdetir piştevaniya namzedê YNKê bikin û eger ew bi xwe jî bixwaze vekişe divê rê li ber wî bê girtin, ji ber ku dê Çarçoveya Hemahengiyê pê lawaz bibe. Ango ji bo berjewendiyên objektîv ên Çarçoveya Hemahengiyê, ne tenê divê berbijêrê YNKê bê piştgirîkirin, lê divê heke li paşvekişînê jî bihizre, bi mana di nêv lîstikgehê da were neçarkirin.

Kurd di lîstikê de li ku ne?

Di nav vê hevkêşeya aloz de, agahiyeke girîng heye ku divê were zanîn: Çiqasî Çarçoveya Hemahengî û Teyarê berbijêrên YNK û PDKê wek kartên zextê li ser hev bikar tînin, YNK û PDKê jî qasî her du blokên Çarçoveya Hemahengî û Teyarê wek heman kartên zextê li ser hev bikar tînin.

Ev detay girîng e ji ber ku me dibe ser wê yekê ku êdî lîstik ne kurdî - kurdî, lêbelê iraqî - iraqî ye! Gelo bi rastî dem nehatiye ku elîta siyasî ya kurd, şopandineke seranserî û bingehîn li vê hemû pergala reftara bi dewleta Iraqê re bike û caba vê pirsê bide: Stratejiya neteweya kurd li Iraqê ji tevlihevûn û kedîkirinê pêk tê yan avakirina xwe wek neteweyeke ku xewna dewleteke serbixwe dibîne?

Ez piştrast im ku bersivdana vê pirsê dê beşeke giring ji pirsgirêkên kurdên Iraqê çareser bike, ji ber ku niha û li vir, kurd wek Iraqiyan bi dewleta Iraqê re reftar nakin, ne jî wek kurd. Her wiha di nêv mala xwe de jî ne wek Iraqî bi xwe re tev digerin û ne jî wek kurd.

Ji vê re tê gotin qirkirina siyasî, ku qirkirina tevger, reftar û livê jî bi dû de tê. Ji bo derketina ji vê qirkirinê, divê komên siyasî yên Kurdistanê yekê ji wan her du bijardeyan hilbijêrin û pê re tev bigerin.

Bê guman her yek ji van her du bijardeyan jî qelenekî xwe yê giran heye, lê divê bê dayîn, eger na, dê rewşa nearamiyê berdewam be û qeyran li pey hev li ser Herêma Kurdistanê kom bibin û nifşê nû yê Kurdistanê jî, wek nifşekî parçebûyî, bêhêvî, bê aso û bê siberoj dê hergav li ser rêya barkirina ji welêt be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst