Medya û hilbijartin, Rûdaw wekî nimûneyekê

7 demjimêr berê
Aryan Ferec
Nîşan Medya Hilbijartin Rûdaw Mînak
A+ A-

Ji her kesî re eşkere ye ku hilbijartin ne tekane xislet û prensîba sîstema demokratîk e lê tenê yek ji wan e û li kêleka wê, gelek rêgezên dîtir jî hene ku tev bi qasî hev girîng û bingehdar in û ti yek ji wan bi qurbana ya din nayê kirin û şûna hevdû jî nagirin. Wekî maf û azadiyên bingehîn ên mirov, cihêbûna desthilatan ji hev, serxwebûna dadgerî, serweriya qanûnê, şefafiyet û lêpirsîna li karûbarên gelemperî, dadmendiya civakî û wekheviya derfetên siyasî û aborî, azadiya raderbirînê û di encamê de jî hebûna gelek navgînên medyayê yên azad, serbixwe û profesyonel ku mînaka bilind a pergalê bin.

Di her pêvajoyeke kampanyaya hilbijartinê de, asayî û rewa ye ku her aliyekî beşdar xwedî navgînên ragihandinê yên arastekirî û propagandayî be û bi rêya wan hewl bide dengderan bi hêla bernameya xwe ve bikişîne lê medyayên bi vî rengî di dawiya dawî de tenê di xizmeta xwediyên xwe û aliyên xwe de ne.

Li derveyî wan, divê medyayeke cuda, bêalî, azad û profesyonel hebe ku di xizmeta sîstema demokratîk bi giştî û di xizmeta pêvajoyê de be. Di nebûna medyayeke wiha de, yek ji stûnên sîstemê kêm dimîne û pirsên cidî li ser ewlwhiya demokrasiyê û pêvajoya hilbijartinan bi xwe jî derdikevin holê.

Dema ku hemû medyayên arastekirî yên aliyan mijûlî kampanya û di xema serxistina bernameyên xwediyên xwe de ne, ewlehiya sîstema demokratîk wiha dixwaze medyayeke cihêreng hebe ku di xemeke din de be: Xema belavkirina hişyarî û haydariya hilbijartinê, zelalkirina girîngiya dengdanê û beşdariya xelkê, peydakirina derfetê ji dengder re ku bi rêya temaşekirina dîbeyt û berawirdkirina bernameyên aliyan bi hevdî re, zanyarî û berbîniyeke tevahî bi dest bixe û di dengdanê de biryarên hişyar bide.

Di rastiyê de jî gava ku tê gotin ku medya saziyeke civakî ye û xwedî erkekî niştimanî ye, erkê wê ew e ku zanyarî, agahî û berbîniyên rast û durist ji takekesên civakê re dabîn bike da ku takekes xwe bispêrin wan zanyariyan û di her qadê de biryardan pêwîst be, biryarên rast bidin.

Saziya Medyayî ya Rûdawê bi meşandin û parastina wê rêbaza serbixwe, profesyonel û bêalî ku pê hatiye naskirin, ji destpêka kampanyayê heta ragihandina encamên destpêkê, di vê hilbijartinê de jî xizmeteke baş gihand pêvajo, dengder, hişyariya demokratîk û navdariya Herêma Kurdistanê û li gorî hêviyên navxweyî û derveyî bû.

Di rastiyê de, ji bo gelê me ku em dixwazin di ezmûna demokrasiyê de bi ser bikevin, çi qas navgînên me yên medyayê yên arastekirî hebin jî di wê ezmûnê de qet bi kêrî me nayên û em puanan pê nayînin.

Tiştê ku pêwîst e li ba me hebe û em wê bi pêş bixin û pişta wê bigirin û nîşanî cîhanê bidin da ku em nimreyên bilind pê wergirin, medyayeke azad a bêalî û pîşeyî ye ku yek ji rûyên geş û prensîbên bingehîn ên sîstema demokratîk a rasteqîn e.           

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst