Halloween: Cejna Pîrebokan

29-10-2024
Necat Zanyar
Nîşan Pîrebokan Halloween
A+ A-

31ê Çiriya Pêşînê cejna Halloweenê yanî Cejna Pîrebokan e. Li rojavayê cîhanê bi awayekî baldar ev roj tê pîrozkirin. Kevneşopiya ji serdemên herî kevn û demên paganîzmê mayî, tê domandin.

Bi giştî zarok kostûmên tirsnak li xwe dikin, mal bi mal digerin, şekir û xercaneyê didin hev. Hûn dê bibêjin, ev li cem me jî hebû! Lê ya wan tenê ne ev e!

Di pîrozbahiyên Cejna Pîrebokan de kundir di sûretê rûyê mirovên tirsnak de tên qewartin û ronîkirin. Baloyên maskeyî tên lidarxistin. Serdana malên bi perî tê kirin.

Cîhana Anglosakson vê rojê wek Halloween (All Hallow's Eve – Roja qudsiyan) bi nav dike. Îcar ya ecêb çawa qudsîbûn, guneh, periyên keç û jinên sipehî yên çîrokî û pîrebok di heman mîhrîcanê de li hev dicivin! Û kundir çi eleqe!

Ka em li xwe vegerin! Dewsa pîrebokan li cem me çawa ye?

Gundê me, gundekî asê û bilind e. Keleheke dîrokî lê heye. Û ya herî giring tev şikeft e. Jixwe wateya peyva zivingê bi xwe şikeft e. Di zaroktiya xwe de min gelek behsa pîrebokan dibihîst. Mîna di şikeftan yan jî xirbehan de bûn. Dema dengê lêdana tenekeyekê mîna daholê ji dûr ve dihat, digotin daweta pîrebokan e. Carinan jî dihat gotin, yek di xirbehekî de li pîrebokeke serê xwe dişo rast hatiye. Yekî yek girtiye. Yek bi yekê re zewiciye û filan û bêvan...

Pîrebok cin bûn, yan ji cinan cuda bûn, nayê bîra min. Lê di hişê min de wek jinên ciwan û delal û nîvtazî mane. Nizanim çima! Dibe têkiliya Pîrebokan bi Leannán Sídheyê re hebe. Ew jî jina efsûnî ji cûreyê cinan e ku dibe îlhama şairan.

Mijara Pîrebokan ne wekî cejn û mîhrîcan lê wek vegotin di nav me Kurdan de ciyekî xwe yê taybet heye. Gelek caran ji bo tirsandina zarokan hatiye bikaranîn.

Na! Gurê Manco tiştekî din e. Gelekên me ji pîrikên xwe ecacok û daweta pîrebokan bihîstine. Bi wan hatine tirsandin ku zarokan direvînin. Çîroka ku dibêjin pîrebok zarokên çil rojî dikujin, mirov dibe mîtolojiya Lîlîthê.

Lîlîth... Ew delala mar lê pêçayî. Li gor Talmûda Babîlê jina Adem ya yekem. Mîtolojiya Cihûyan dibêje ruhê xwe firotiye şeytên. Ger ew Lîlîth bûbe Leyla (wateya herdu peyvan jî “ya ji şevê” ye) û li nav me jiyabe, qiblegeha işqê ye. Şev e, şehwet e, şeytan e, sirûşt bi xwe ye. Lê mirovan toqa xirabiyê xistiye sitûyê wê. Serî ji otorîteyê re netewandiye, bi Şamael (şeytên) re razaye û zarokên ji wan hatine kuştin. Lewma ew jî hewl dide zarokên mirovan ên kur di heşt rojên pêşî de, yên keç jî di bîst rojên pêşî de bikuje. Jinên duxaskan ên nû zarok anîne jê tên parastin.

Di destana Gilgamiş ya Sumeriyan de jî Lîlîth dibe xwedawenda şevan û bin erdê û digihê Îştarê ku xwedawenda işq û arezûyê ye. Pir tişt xwe li Lîlîthê digrin: liberabûn, rev, şev, guneh, stêrk, arezû, işq… Porê wê sora gulê ye, peyvên wê nermiya rûn. Lêvên wê hinguvîn.

Xuya ye li cem me Kurdan pîrebok ne pîrejin in. Li hinek deveran keçên delal û porxelek şibandine pîrebokan.

Di vegotinan de pîrebok bi giştî li kavilan dijîn, porê wan pir û gijik e. Rûyê wan jê xuya nabe. Pêsîrên wan tazî ne, rûyê wan li aliyekî piyê wan li aliyê din dinêre. Pêştemaleke reş yan jî sor girêdidin, sir û razan, ciyê xezîneyan dizanin. Şevên zivistanê bêtir tên nava gundan, dikevin axur û kadînan. Serê Nîsanê zêdetir li ber çeman in. Tenê li gundê kevn û yên bi şikeft dijîn. Ji hesin û derziyan ditirsin. Li hinek deveran tiştekî hesinî dixin bin balgehên pitikan, jin derziyan dixin kofiyên xwe. Heger mirovek bikare derziyekê di pêsîra wan rake, dikare bibe xwediyê wan. Ew bi xwe nikarin wê derziyê ji canê xwe hilkin, encex dikarin zarokan bixapînin û bi wan bidin rakirin û azad bibin.

Li ser roj û mehên wan yên pîroz jî vegotin hene. Çarşem û şemî ji bo wan taybet in. Mehên zivistanê mehên pîroz in.

Gelek navên Pîrebokan hene mîna pîrebotk, pîreboşk, ecacok, pîrhevok, cazû, pîrelk, pîresêr û hwd.

Tabloya Luîs Rîcardo Falero ya sala 1887an, bi awayekî balkêş rêwîtiya pîrebokan ya ji bo civîna Şabatê teswîr dike. Li gor baweriyan, ev civîn salê carekê di serokatiya şeytên de nîvê şevê pêk tê.

Îcar çawa Carl Gustav Jung gotiye “Mîtolojî di rastiya xwe de psîkolojî ye”. Diyar e pîrebokan cîhaneke efsûnî di binhişê me de ava kirine. Şerekî dijwar yê serdestî, xwedîbûn û xwedabûnê tê de diqewime. Li aliyekî Lîlîtha weke mar nerm û herikbar, lê aliyê din hêz û hesin û desthilatdar.

Li hinek deveran di cejna pîrebokan de gundiyên Kurd cilên ecêb li xwe dikin, agirekî pê dixin û li dorê dilîzin. Ji bo temsîla avêtina qalib û rêzdariya civakê û lîstika li dor daxwaz û arezûyên sirûştî, seremoniyek balkêş e.

Nizanim vê nivîsa periyên delal, Lîlîth, Leannan Sîdhe, pîrebokên me Kurdan, Mephisto û kundir tev li bin guhê hev ketin çawa bi dawî bînim! Lê min got belkî deriyekî tirsnak li lîteratura Kurdî vekim û hew. Bila keşe ewqasî netirsin! Bimînin di nav kelecanê de.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst